Di encama êrîşan de agir bi zeviyên gundên Rîhaniyê û Fêseliyê ket
- 14:26 15 Gulan 2020
- Rojane
HESEKÊ - Dewleta tirk û komên girêdayî wê agir bi zeviyên gundê Rîhaniyê û Fêseliyê xistin û şewat heya niha berdewam e.
Beriya demijmêrekê dewleta tirk û komên girêdayî wê agir bi zeviyên gundê Rîhaniyê û Fêseliyê ku bi 6 km Bakur Rojhilatê Navçeya Til Temirê dikeve, xistin.
Şewat heya vê kêliyê jî berdewam dike. Di heman demê de di encama êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Eyn Îsayê de jî agir bi zeviyên Eyn Îsayê ket.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku her du gund jî di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ne.