Mizgîn Acar bi dirûşman hate definkirin

  • 15:16 24 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Mizgîn Acar a ku li Gîrtîgeha Tîpa E Ya Mêrdînê hat dîdakirin ku întîhar kiriye û li beşa nexweşxaneyê ya lênêrtina giran dihat dermankirin ku jiyana xwe ji dest da, li birûşmên "Şehîd namirin" hat definkirin.
 
Mizgîn Acar ku ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dihat girtin ku hat îdakirin di 1'ê Cotmehê de întîhar kiriye, li beşa lênêrtina giran a nexweşxaneyê di roja 24'an a dermankirin xwe de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku agahî dan malbata Mizgînê malbat û xizmên xwe çûn nexweşxaneyê. Piştî kar û barê otopsiyê yê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê cenazeyê Mizgînê ji morgê hat giritn û bi dirûşma "Şehîd Namirin" kirin wesayita cenaze. Cenaze li gel Rêveberên Komeleya Kesên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê ya Mezopotamyayê Wînda Kirine (MEBYA DER) , rêvberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên navçeyê anîn taxa Orta Çarşi ya Midyatê û li Goristana Kible.
 
Piştî kar û barê olî ku hat kirin cenazeyê Mizgînê li ser milan anîn cihê definkirinê û bi girseyê hat definkirin.
 
Piştî definkirinê ji bo şehîdên azadiyê merasîm hat lidarxistin û piştre jî girse derbasî  Mala Şînê ya li taxa Ortaçarşiyê bû.