Di encama êrîşan de agir bi zeviyên gundên Rîhaniyê û Fêseliyê ket 2020-05-15 14:26:25   HESEKÊ - Dewleta tirk  û komên girêdayî wê agir bi zeviyên gundê Rîhaniyê û Fêseliyê xistin û şewat heya niha berdewam e.    Beriya demijmêrekê dewleta tirk  û komên girêdayî wê agir bi zeviyên gundê Rîhaniyê û Fêseliyê ku bi 6 km Bakur Rojhilatê Navçeya Til Temirê dikeve, xistin.    Şewat heya vê kêliyê jî berdewam dike. Di heman demê de di encama êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Eyn Îsayê de jî agir bi zeviyên Eyn Îsayê ket.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku her du gund jî di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ne.