Jinan roja dayikan a Dayikên Aştiyê pîroz kirin
- 14:57 11 Gulan 2020
- Rojane
EDENE - Jinên HDP'yî û TJA'yê li navçeya Seyhanê çûn serdana malan û roja dayikan a Dayikên Aştiyê pîroz kirin
Endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Aktivîstên TJA'yê bi boneya Roja Dayikan a Cîhanê li navçeya Seyhanê ya Edeneyê çûn serdana malan û roja dayikan a Dayikên Aştiyê pîroz kirin. Jinan mesafeya civakî parastin û gul li dayikan belav kirin.