Jinan roja dayikan a Dayikên Aştiyê pîroz kirin 2020-05-11 14:57:22   EDENE - Jinên HDP'yî û TJA'yê li navçeya Seyhanê çûn serdana malan û roja dayikan a Dayikên Aştiyê pîroz kirin   Endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Aktivîstên TJA'yê bi boneya Roja Dayikan a Cîhanê  li navçeya Seyhanê ya Edeneyê çûn serdana malan û roja dayikan a Dayikên Aştiyê pîroz kirin. Jinan mesafeya civakî parastin û gul li dayikan belav kirin.