Meclîsa Sûriya Demokratîk şaredariya gel û taximên tenduristiyê xelat kir
- 14:54 11 Gulan 2020
- Rojane
HELEB - Bi armanca pîrozkirina keda Şaredariya Gel û Taximên Tenduristiyê ji bo rewşa vîrûsa Koronayê û parastina civakê, Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê ya bajarê Helebê, xelat li wan belav kir.
Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê ya bajarê Helebê ji bo pîrozkirina keda Endamên Şaredariyên Gel û taximên tenduristiyê di vê rewşa aloz de, xelat li wan belav kir. Xelat li navendên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin belavkirin. Di şandeya serdanê de hemû endam û rêveberiyên Meclîsa Sûriya Demokratîk amade bûn.
Endama Meclîsa Sûriya Demkratîk Fehîme Hemo armanca serdanê anî ziman û wiha got: “Em di pêvajoyek pir hesan û xeter re derbas dibin. Ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê ya ku bi sedema wê bi hezaran mirov li hemû deverên cîhanê jiyana xwe ji dest bidin, taximên me yên tenduristî û şaredariyên me kedeke pîroz dan. Ji roja ku tedbîr û qedexeya derve hatine çêkirin taximên tenduristiyê û Şerdariya gel ji karê xwe qet ranewestiyan û her di nava tevgera parastina civak û mirovên civakê de bûn. Em weke Meclîsa Sûriya Demokratîk a bajarê Helebê me xwest vê kedê bi diyariyeke pîroz xelat bikin, da ku ev mirovên bi şev û roj jiyana xwe kirbûne xizmeta civakê de kêfxweş bibin û bizanibin ku em jî li wan baldar in û keda wan bi qîmet dibînin.”