Meclîsa Sûriya Demokratîk şaredariya gel û taximên tenduristiyê xelat kir 2020-05-11 14:54:09   HELEB - Bi armanca pîrozkirina keda Şaredariya Gel û Taximên Tenduristiyê  ji bo rewşa vîrûsa Koronayê  û parastina civakê, Meclîsa Sûriya Demokratîk  MSD’ê ya bajarê Helebê, xelat  li wan belav kir.    Meclîsa Sûriya Demokratîk  MSD’ê ya bajarê Helebê ji bo pîrozkirina keda Endamên Şaredariyên Gel û taximên tenduristiyê di vê rewşa aloz de, xelat li wan belav kir. Xelat li navendên  taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin belavkirin. Di şandeya serdanê de  hemû endam û rêveberiyên Meclîsa Sûriya Demokratîk  amade bûn.    Endama Meclîsa Sûriya Demkratîk Fehîme Hemo  armanca serdanê anî ziman û wiha got: “Em di pêvajoyek pir hesan û xeter re derbas dibin.  Ji ber  belavbûna vîrûsa Koronayê ya ku bi sedema  wê bi hezaran mirov li hemû deverên cîhanê jiyana xwe ji dest bidin, taximên me yên tenduristî û şaredariyên me kedeke pîroz dan.  Ji roja ku tedbîr û qedexeya derve hatine çêkirin taximên tenduristiyê û Şerdariya gel ji karê xwe qet ranewestiyan û her di nava tevgera parastina civak û mirovên civakê de bûn.  Em weke Meclîsa Sûriya Demokratîk a bajarê Helebê  me xwest vê kedê bi diyariyeke pîroz xelat bikin, da ku ev mirovên  bi şev û roj jiyana xwe kirbûne xizmeta civakê de kêfxweş bibin û bizanibin ku em jî li wan baldar in û keda wan bi qîmet dibînin.”