Li Silopiyê şitil hat çandin
- 16:32 4 Gulan 2020
- Rojane
ŞIRNEX - Midûriyeta Polîtîqayên Jina ya girêdayî Şaredariya HDP'ê ya Silopiyê, li navçeyê şitil çandin.
Midûriyeta Polîtîqayên Jina ya girêdayî Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a navçeya Silopiya Şirnexê, li 9 donim erdê şaredariyê de şitil çandin. Di erdê ku taxa Yenîşehîrê ye û çandinî hat kirin de Hevşaredar Adalet Fîdan, endamên meclîsa şaredariyê û gelek jin tevlî bûn.
Her wiha jinan îsot, xiyar, bacanê reş, kûzele (roka), bexdenûs, tûzik (tere) û şêwît (Dere otu) çandin.