Li Silopiyê şitil hat çandin 2020-05-04 16:32:15   ŞIRNEX - Midûriyeta Polîtîqayên Jina ya girêdayî Şaredariya HDP'ê ya Silopiyê, li navçeyê şitil çandin.    Midûriyeta Polîtîqayên Jina ya girêdayî Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a navçeya Silopiya Şirnexê, li 9 donim erdê şaredariyê de şitil çandin. Di erdê ku taxa Yenîşehîrê ye û çandinî hat kirin de Hevşaredar Adalet Fîdan, endamên meclîsa şaredariyê û gelek jin tevlî bûn.     Her wiha jinan îsot, xiyar,  bacanê reş, kûzele (roka), bexdenûs, tûzik (tere) û şêwît (Dere otu) çandin.