Akademiya Jîneolojiyê: Şehîd Malda bû sembola jina zana

  • 09:33 4 Gulan 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Akademiya Jineolojîyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyek nivîskî Endama Akademiya Jineolojî Malda Kûsa bi bîr anîn.
 
Endama Akademiya Jineolojîyê Malda Kûsa di 4'ê Gulana 2019'an de di encama teqîna mayînekê de li navçeya Holê ya Kantona Hesekê jiyana xwe ji dest da. Di salvegera şehadeta 1'emîn de Akademiya Jineolojîyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyek nivîskî Şehîd Malda Kûsa bi bîr anî û da zanîn ku Rêheval Malda bi keda xwe wateyek nû da Jineolojî û lêgerîna jiyana azad a jinê û zanîna wê ya jiyanê kûr kir û bû sembola jina zana.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Em salvegera şehadeta rêheval Malda ya 1’emîn bi rêz û hezkirin bi bîr tînin. Şehîda yekem ya xebatên Akademiya Jineolojî a Bakur û Rojavayê Sûriyeyê rêheval şehîd Malda, li Kantona Hesekê bingeha kar û xebatên Navenda Lêkolînê ya  Jineolojiyê danî.
 
Hêzên dagirker bi destê DAIŞ’ê xwestin êrîşî zanistiya jin, ked, evîn, jiyana ku bi hezkirinê hatibû pêçandin bikin, lê belê Rêheval Malda li dijî van êrîşan bû sembola pêşxistina zanyarî û zanista ku azad dike, dibe çavkaniya civakbûnê û jiyana jinê. Rêheval Malda bi keda xwe wateyek nû da Jineolojiya ku zanista wateyê ye û bi vê yekê lêgerîna jiyana azad a jinê û zanîna wê ya jiyanê kûr kir û bû sembola jina zana.
 
Rêheval Malda fêmkirina berxwedana jinê ji xwe re weke karekî pîroz dît. Ji ber jin bi vê yekê êrîşên DAIŞ û têgihiştina desthilatdar-dewletparêz têk birin, nirxeke mezin dida vê berxwedanê. Li gorî sosyolojiya azadiyê jiyana xwe hunand û xwest vê bike çavkaniya jiyanê. Wê dilê xwe yê ciwan û mêjiyê xwe bi vê kelecan, hezkirin û berxwedêriya pîroz ronî kir. Hêviya jina azad, civak û jiyana azad her tim mezin kir. 
 
Ji bo şoreşa duyemîn ya jinê, ku li ser xakên Mezopotamyayê pêş ket jinên Rojhilata Navîn û cîhanê hîn bi hêztir ronî bike tim di nav hewldanan de bû. Ji dil û can bawer kir ku wê ev şoreş li van xakên xwe ji nû ve şax bide û mezin bibe. 
 
Bi lêkolînên xwe li pey şopa jiyana jinên zana, azadî û berxwedanê bû û tim xwest ku bingeha civakbûna azad bi hêz bike. Bi hêza xwe ya jiyanê û berhemdariya xwe, xwe gihand cewhera jinê ya pîroz ku îro di berxwedana jina Kurdistanê de dijî. Bi vê cewhera ku çavkaniya başî, xweşikbûn û rastiyê ye, hewldaneke mezin da, xwe azad kir û xweşik kir.
 
Rêheval Malda bi ked, hewildan û lêkolînên xwe nîşan da ku zanîn û zanista ku bi çanda berxwedanê û jiyanê bi wate were hunandin, wê bibe çavkaniya jiyana rastîn. Bi xebatên xwe zihniyeta çeteyên DAIŞ'ê têk bir. Her tim ji xwe re têgihiştina netewa demokratîk bingeh girt û bi her awayî xwest ku vê bigihîne hemû jin û gelên herêmê û jinên kurd, ereb, aşûrî-suryanî û ermen. Ev weke rêya çareseriyê ya bi tenê qebûl kir. Ji dewlemendiya çand, zanyarî, berxwedan û cihê rengiya van xakan bawer dikir û evîndarê vê bû. Ev hezkirina xwe her roj di lêkolînên xwe, perwerdeyên ku dida, guftugoh û civînan de ji nû ve zindî kir û parve kir. 
 
Bi çanda berxwedan, civakbûnê û jiyana azad xwest coş û hêza jiyanê pêş bixe. Bi vê têgihiştin û hewldanên xwe perwerde da hezaran jin û mêran û wan ronî kir.  Daxwaza Rêheval Malda ya herî mezin ew bû ku gelê wê bi paradîgmaya nû, çanda netewa demokratîk ji nû ve wate bide jiyanê, dîroka xwe, çand, ked, ziman, ax û welatê xwe ji nû ve nas bike û xwedî lê derbikeve. Bi vê yekê tim bawer kir ku dikare îro bingeha paşerojê deyne, ava bike, bijî, bide jiyîn, li ber xwe bide û azad bibe. Rêheval Malda bi vê zanistî, ked û çalakiyên xwe bû çavkaniya hezkirin, coş, kêfxweşiyê, jiyan xweşik kir û bû hevala me ya têkoşînê. 
 
Rêheval Malda îro jî bi vê zanistiya jiyanê, kedkarî û pêşengiya xwe ji xebatên jineolojiyê, hewldanên jinê yên ronakbûn, xwebûn û berxwedanê re rêbertiyê dike. Em soz didin ku em ê bibin layiqî vê kedê, vê baweriyê, xweşikbûnê, moralê, rihê azad û bihêlin ku Jineolojî di hemû deman de jinan û mirovahiyê ronî bike. Li ser vê bingehê weke jineolojî em ê bibin zanîn û zanista hemû jinên Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemû jinên cîhanê. Her wiha em ê bibin zanista berxwedan û jiyana azad û wekhev, şoreşa jinê bi hêz bikin û layiqî şehîdên xwe û Rêber Apo bin."