Li dijî goristanan bêtehemulî: Di 5 salên dawî de çi hat jiyîn?

  • 09:23 4 Gulan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li herêmê bi dehan dayik ji bo kevirekî gora zarokên wan hebE têdikoşin û li aliyê din jî êrîşê goran tê kirin û ezyet bi dayikan tê kirin.
 
Di çarçoveya polîtîkayên şer yên ku desthilatdarî li hember Kurdan dide meşandin de, bi taybet di 5 salên dawî de li hember goristan, cenazeyan bi destê dewletê êrîş pêk tên.
 
Li Tirkiyeyê bi hezaran kuştinên kiryar nediyar hene
 
Ji damezrandina komarê heta niha li Tirkiyeyê û bi taybet jî li herêmê şahidiya bi hezaran kuştinên kiyarnediyar hat kirin. Der barê cenazeyan de jî tu agahî nehat bidestxistin. Bi hezaran rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, rojnameger û muxalîf bi awayekî kiryar nediyar hatin qetilkirin.
 
Gor tên texrîbkirin
 
Bi taybet di dîroka nêz de gorên HPG’iyan yên li Wanê hatin texrîbkirin û tîpên Kurdî yên wekê ‘X,W,Q’ jê hatin rakirin û vê rê li ber bertekên mezin vekir. Ev bi Wanê sînor nema û li bajarên din yên herêmê yên wekê Amed, Çewlîk, Muş û Colemêrgê jî êrîş li hember goran pêk hat. Vê pêkanînê rê li ber bertekên malbat saziyên mafê mirovan vekir.
 
Her wiha gelek cenazeyên Kurdan yên ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin, hatin tazîkirin, îşkencekirin, bi pey wesayîtê zirxî de hatin kaşkirin, şewitandin, bi rojan li kolanan hatin hiştin û herî dawî jî cenaze bi koliya PTT’ê ji malbatê re hat şandin.
 
Di 5 salên dawî de hinek îşkenceyên li cenazeyan hatin kirin wiha ne:
 
*Ekîn Wan: Cenazeya Kader Kevser (Ekîn Wan) a YJA-STAR’ê ya 29 salî ku li Gimgim a Muşê di 10’ê Tebaxa 2015’an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê polîsan ve hatibû tazîkirin û teşîrkirin.Ev dîmenên hovîtiyê di çapemeniyê de hatibûn serwîskirin. Polîsên ev pêkanîn kirin jî nehatin darizandin.
 
*Haci Lokman Bîrlîk: Di 3’ê Cotmeha 2015’an de di qedexeya derketina derve ya Şirnexê de Haci Lokman Bîrlîk hatibû qetilkirin û piştre cenazeyê wî bi wesayîta zirxî ve hatibû girêdan û hatibû kaşkirin. Bi hezaran kesî bertek nîşanê vê dîmena hovîtiyê dan û gotin divê berpirs bên darizandin. Her çiqas îşkence sûcê mezin yê mirovahiyê be jî gumanbar hîna bêceza ne.
 
*Taybet Înan: Taybet Înan di qedexeya derketina deve ya li Sîlopiyê de di 19’ê Kanûna 2015’an de li ber mala wê hat qetilkirin. Taybet ya 57 salî bû cenazeyê wê 7 rojan li kolanê mabû. Kesên ku hewl didan cenazeyê bigirin dihatin gulebarankirin. Zarokên wê şahidiya mirina dayika xwe kiribûn.
 
*Pitik Mîray: Li Cizîrê di 4’ê îlona 2015’an de Bebek Mîray ya 3 mehî di hembêza meta wê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Malbata ku hewl da bibin nexweşxanê rastî gulebaranan hatin. Kalê wê dema Mîray dibin nexweşxanê hat qetilkirin. Cenazeya Mîray bi hinceta li nexweşxanê cih tun eli malê di cemedankê de hat veşartin. Kujerên wê nehatin cezakirin.
 
*Cemîle Çagirga: Li Cizîr a Şirnexê di 4’ê îlona 2015’an de Cemîle Çagirga a 10 salî ji aliyê polîsan ve li ber deriyê wê hat qetilirin û malbatê ji bo cenazeya wê nerize 3 rojan cemedankê de veşartibû. Di encama bertekên rayagiştî de cenaze rakiribûn morga nexweşxanê û piştî qedexeyê hatibû definkirin.
 
*Agît Îpek: Cenazeyê Agît Îpek yê HPG’î yê di 23’ê Gulana 2017’an de li girê Xanesor di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû 3 sal şûnde bi PTT’ê ji dayika wê Halîse Aksyon re hatibû şandin. Sekna dayikê ku cenaza kurê xwe bi 45 TL girt, îşkencedar neda ber şermê.
 
*Sevda Serînyel: Sevda Serînyel (28) ya MKP-HKO’yî di 1’ê Tebaxa 2017’an de li gundê Kizik a Pilûr a Dêrsîmê jiyana xwe ji dest dabû ya û nivîsa li ser gora wê hatibû paqijkirin. Leşkeran gor texrîb kiribûn û malbat tehdîd kiribûn. Li leşkeran lêpirsînek nehat vekirin.
 
*Mercan Erkol: Mercan Erkol (Berîgan Tolhildan) ya YJA-STAR’î di 16’ê cotmeha 2017’an de li hreêma Guhermê ya Pasûr a Amedê di pevçûnekê de jiyana xwe ji desta bû û tevî evqas dem derbas bû cenaze nedan malbatê. Malbata ku her carê serlêda kirin, di Tîrmeha 2019’an sê cenazeyên parçekirî nîşanê wan dan. Hat hînbûn ku ji ber ji ber teşîsa zayendê nehatiye kirin nehatiye dayîn. Malbatê hîna cenaze negirtiye.
 
*Erhan Olçen: Cenazeyê Erhan Olçen yê HPG’î ku di mijdara 2019’an de li Licê jiyana xwe ji dest da, 108 roj şûnde hat teslîmkirin.
 
Zehra Eryilmaz: Zehra Eryilmaz ya YJA-STAR’ê Zehra Eryilmaz di 8’ê Kanûna 2018’an de li Şenyayla di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û cenaza wê piştî mehan şûnde di 12’ê Adarê de hat teslîmkirin.
 
* Cenazeyên 13 encamên YPG-YPJ’ê yên di êrîşên li hember Sûriye û Şengalê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi rojan ji aliyê Tirkiyeyê ve li Deriyê Sînor yê Xaburê hatibûn sekinandin. Piştî çalakiya malbatan di 4’ê Tebaxa 2015’an de hatin teslîmkirin.
 
*Di qedexeyên derketina derve yên li bajarên herêmê yên di nabera 2015-2016’an de bi sedan kesî jiyana xwe ji dset dan. Gelek sivîl jî di nav de bûn. Tevî 4 sal derbas bûye jî hîna nehatin teslîmkirin. Tê zanîn ku niha 314 kes li goristana bêkesan defikirîne.
 
*Di 4’ê Kanûna 2017’an de ji goristana Garzanê 279 cenazeyên PKK’iyan hatin derxistin. Gorên bi hinceta testa DNH’a hatin vekirin piranî bi ruhsata definê hatibûn definkirin.