Bi qanûna înfazê re jin dixwazin navnîşanên xwe biguherin

  • 09:20 4 Gulan 2020
  • Rojane
ENQERE - Seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Tuzluçayirê Elîf Sanci, destnîşan kir ku piştî qanûna înfazê şûnde jin bi tirs dijîn û ji bo navnîşana wan bê guhertin jî gelek jin serlêdanan dikin.
 
Komeleya Piştevaniya Jinan a Tuzluçayirê ku ji aliyê jinan ve di 2016’an de li Tuzluçayir a Mamakê hat avakirin, li dijî şîdeta li ser jinan û îstîsmarê têdikoşe. Seroka komeleyê Elîf Sanci,got piştî qanûna înfazê şîdeta li ser jinan zêde bûye û serlêdanên ji bo wan gelek zêde ne.
 
‘Me bi hezaran îmze dan meclîsê’
 
Elîfê daxuyakirin ku bi vîrusê re şîdeta aborî zêdetir bûye û piştî qanûna înfazê jî ketiye meriyetê jin bi tirsa ‘wê tiştek bibe’ serî li wan didin û got: “Me wek komele di 30’ê Adarê de li dijî qanûna înfazê kampanya îmzeyan da destpêkirin. Me bi hezaran îmze da meclîsê.”
 
‘Dixwazin navnîşan bê guhertin’
 
Elîfê destnîşan kir ku nîqaşên efûyê bi salan bû dihat rojevê û wiha pê de çû: “Me wek komele li dijî vê têkoşîn da. Tevî bertekan qanûn bi dengên AKP û MHP’ê ji meclîsê hat derbaskirin. Hîna qanûn dihat nîqaşkirin jin ditirsiyan. Gelek jinên xwe gîhandin komeleyê digotin ‘Ez ji vîrusê netirsiyam lê ji efûyê tirsiyam.’Gelek jinî piştî qanûnê serlêdan kirin ku navnîşan wan bê guhertin. Gelek endamên me yên ji ber krîzê ji kar hatine avêtin jî hene. Jin serî li me didin. Bi hêviya kar bibînin serlêdanê dikin. Gelek jin di vê pêvajoyê de betal mane. Em plansaziyê dikin û li gorî vê piştgiriya xwarinê dikin.”
 
‘Em li dijî şîdet û tacîzê têbikoşin’
 
Elîfê bang li jinên rastî şîdetê hatine kir û got: “Em jin nîvê cîhanê ava dikin. Werin em ligel hev têbikoşin. Em li dijî şîdet, tacîz û tecawizê xwe rêxistin bikin û têbikoşin. Ji ber em jin ligel hev zêdetir xurtin.”