‘Li dijî tundiyê rêbazên civakî yên dewlemend divê bên pêşxistin’

  • 09:07 4 Gulan 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Endama Navenda Lêkolînên Jineolojîyê ya herêma Firatê Dicle Heyder, bal kişand ser bilindbûna asta tundiya ser jinê ya di rewşa karantînaya malê de û got: "Di karantinaya tenduristiyê de gelek jin bi tundiyê re rû bir û dimînin. Loma divê li hember tundiyê rêbazên civakî yên dewlemend bên pêşxistin." 
 
Bi belavbûna Vîrûsa Koronayê re, li tevahî cîhanê gelek tedbîrên ji bo parastinê hatin girtin. Tedbîra sereke jî karantîna di malê de û qedexeya derketina li derve ye. Tedbîr ji bo parastina ji vîrûsê gaveke erênî bû, lê bi xwe re gelek encamên neyênî jî ava kir. Yek jê zêdebûna asta tundiya li hember jinê ye. Di vê çarçoveyê de Endama Navenda Lêkolînên Jineolojîyê ya Herêma Firatê Dicle Heyder e ev mijar berfireh ji me re nirxand.
 
‘Di malan de tundî li ser jinan tê kirin’
 
Dicle pêvajoya Vîrûsa Korona û encamên bi xwe re aniye wiha nirxand: "Di vê dema ku em niha tê de dijîn de, hemû cîhan di rewşa karantînayê de ne ango em bêjin ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê derketina ji derve qedexe ye.  Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî heman tişte, heye. Karantîna ji bo gel gaveke erênî bû ku wan ji vîrûsê biparêze, lê mixabin ku bi xwe re gelek encamên neynî jî anî ku asta tundiya li hember jinê di malan de bilind bûye. Li seranserî cîhanê mijara tundiya li ser jin û zarokan gihîşt asteke mezin, bû rojeva gelek malperên çapemeniyê, televizyon û medyayên civakî. Em dihizirîn ku tundî, işkence û qetilkirina jinan tenê li Rojhilata Navîn li pêş bû, lê ev rewşa dawî ji me re diyar kir ku li Ewropyê jî tundiya li hember jinê li pêş e."
 
‘Tevî pêşketinên ku çêbûne jî hîn jî  jin bi tundiyê re rû bi rû dimîne’
 
Dicleyê qale şoreşa Rojavayê Kurdistanê û bandora wê li civakê kir û wiha pê de çû: "Di van 9 salên şoreşê de di warê jinê de gelek kar û xebatên zanekirin, perwerdekirin, peydakirina derfetên kar ji bo jinan hatin pêşxistin. Ev hewildan jî bi aramanca ku jin bibin xwedî îrade û hebûna xwe di civakê de mayinde bikin û xwe ji pergala serdestiyê rizgar bikin. Di dirêjiya van salan de em nikarin înkar bikin ku qet jin rastî tundî û kûştinê nehatin, li Rojavayê Kurdistanê heta niha jî jin ji aliyê bav, bira, ap û hevjîn ve, tên kûştin. Her wiha jin ji ber gelek sedaman neçarî xwe kûştinê jî dimînin. Saziyên weke Rêxstina Sara ya li dijî Tundiya ser Jinê, Mala Jin û Rêxstina Kongra Star raste, rast bi van pirsgirêkan re têkildar in. Em jî weke Jineolojî sedemên tundiya li ser jinê her tim lêkolîn dikin. Di van demên dawî de bi taybet çima di rewşa karantînyayê de rêjeya tundiyê bilind bûye, her wiha çima di van herdû mehên borî de li Kobanê jinek neçarî xwe kûştinê ma û jinek jî hat kûştin? Lêkolînên berfireh dikin. Tevî pêşketinên ku çêbûne jî hîn jî  jin bi tundiyê re rû bi rû dimîne."
 
‘Asta pêşketina civakê zelal e’ 
 
Dicleyê axaftina xwe domand û bal kişand ser asta fikrandin û pêşketina civakê û wiha got: "Di vê demê de em weke civak, jin û mêr li şûna ku li ser rê û rêbazên xwe parastina ji vîrûsê bifikirin, mixabin di hundir malbatan de lêdan, işkence û qewitandina derveyî malê çêdibe. Li gor texmînên me heya rêjeyeke bilind jin rastî tundiyê tên. Her wiha li ser medyayên civakî postên ku mêr parve dikin ser xebat û keda jinan xemsariyên xwe dikin. Ev mijar asta pêşketina zihniyeta civakê nîşan da. Xuya  bû ku nîqaşên di derbarê tundiya li ser jin û wekheviya di navbera herdû zayendan de tenê tewrî man û di piratîkê de tiştek bi cih ne hatiye."
 
‘Dewletên hegomonîk rê li ber tundiyê vedikin’
 
Dicle bal kişand li ser zihniyeta dewletê û kiryarên wê û wiha domand: "Tundî toveke û dewletê di hundir malbatê de diçîne, piştre li tevahî civakî belav dike. Di pergalên dewletan de pêşketina jinê bi sînor e û ji bo jin cihên ku tê de bibin xwedî biryar qedexe ne. Di dirêjiya dîrokê de bi hezaran jinên zane û pêşeng hene, lê ev jin hemû bi qetilkirin, şewtandin û tunekirinê re rû bi rû man. Di roja me ya îro de êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên me,  yekem jinan aramanc digre. Çete û leşkerên dewleta tirk hovîtiyeke bê sînor li hember jinên ku li dijî zihniyeta wan têdikoşin, dimeşînin."
 
‘Divê rêbazên civakî li dijî tundiyê werin pêşxisitn’
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojîyê ya herêma Firatê Dicle Heyder behsa rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêka tundiyê kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Pirsgirêka sereke niha kirîzan di civakê de ava dike. Mêrên serdest her tim di bin navê exlaq, namûs, urf û adetên civakî de jinan qetil dikin yan jî işkence dikin. Ya girîng em civakê bidin qayîlkirin ku tundî ne rêbazs çareseriyê ye. Em jî weke Jineolojî li rê û rêbazên dewlemendtir digerin, weke ku em di qadên civakî de pilatforman bi gel re çêkin. Gel bi xwe li hember kesên ku tundî bi kar anîne biryar bigirin û wan teşhîr bikin. Yanî em van mijaran ne tenê bi Asayîşa Jinê, Rêxstina Sara û Mala Jinê ve girê bidin, em berpirsyariyê ji civakê re jî bihêlin ku ew jî rola xwe bilîzin. Rast e zagonên ji bo parastina jinê hene, lê têrê nakin. Divê em rê û rêbazên civakî jî pêş bixin."