‘Em ê tola zarokên xwe yên komkujiya Til Rifetê hilînin’

  • 09:04 4 Gulan 2020
  • Rojane
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Her du xwişkên ji Efrînê,  Şêrîn û Esmahan Xelo  yên ku her du zarokên xwe di komkujiya Til Rifetê de winda kirin, derbarê roja komkujiyê de û hestên ku di wan kêliyan de jiyan wiha gotin: “Komkujiya Til Rifetê  birîna ku dilê me diêşînê tu carî nayê jibîrkirin, rojane êş û birînên me bi bîranîna wê rojê nû dibin. Em ê tola zarokên xwe hilînin.”
 
Her du xwişkên ji Efrînê,  Şêrîn û Esmahan Xelo  her du bi hev  re li malekai bajarê Til Rifeatê piştî koçberbûna wan ji Efrînê, dijîn.  Bi hev re êş, kelem û kêfxweşiyên xwe parve dikin. Dewleta tirk di 2’yê Kanûna 2019’an de komkujiyek derheqê zarokên Efrînê yên  ku li Til Rifetê bi cih bûne, pêk anî.  Dema ku zarok li pêşiya deriyê mala xwe dilîstin, ev komkujî bi  ser wan de pêk hat. Di encamê de 8 zarok û 2 kesên  temenmezin bûn qurbaniya vê komkujiyê. Her du xwişkan hestên xwe bi me re parve kirin.
 
‘Erdogan 8 zarokên Efrînê  bê sûc kuşt’
 
Hevjîna pakrewan Hemê û dayîka pakrewanê zarok Mihemed Hemê yê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, Şêrîn Xilo  ser kiryarên dewleta tirk ên derheqê  wan de ev yek got: “Li Efrînê em bi aramî dijiyan, hevjînê min di Berxwedana Serdemê de ji bo parastian axa xwe tevlî refên pakrewanan, bû. Ji bo zarokên xwe ji topê Erdogan biparêzin, em ji Efrînê derketin û li bajara Til Rifetê yê Şehbayê bi cih bûn. Tevî ku em koçber bûne, em  ji êrîşên Erdogan xelas nebûne.  Dewleta tirk a dagirker komujiyek li Til Rifetê pêk anî,  di komkujiyê de du zarokên min hebûn, yek birîndar bû û yê din jî jiyana xwe ji dest da.”
 
‘Ez tu carî wê roja komkujiyê ji bîr nakim’ 
 
Di dawiyê de Şêrîn hestên xwe yên bi êş bi lêv kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Em tu carî wê rojê ji bîr nakin, rojeke gelek bi êş bû.  Zaroka min û xwişka min jiyana xwe ji dest dan, kezeba me şewitî. Em ê berxwedana xwe li Til Rifetê û Şehbayê bidomînin. Xwesteka dijmin ew e  ku em Efrînê ji bîr bikin, lê tu  carî wê xwesteka dijminê me, pêk neyên. Gelê kurd gelek êş û kelem dîtine, ji bo wê em ê dest xwe bidin hev û li hember dijmin têbikoşin.”
 
‘Ez pir xemgîn bûm  ser birayên xwe’
 
Zarokên bi navê Hesen Mihemed yê  10 salî ku  birayê zarokê pakrewan Mihemed Mihemed yê 7 salî û Arêf Mihemed yê 6 salî ye, axivî û wiha got: “Me li pêşiya deriya malê dilîstin, Erdogan komkujî derhqê zarokên Efrînê pêk anî. Em destpêkê  birîndar bûn û paşê em birin nexweşxaneyê. Lê birayên min jiyana xwe ji dest dan. Ez pir xemgîn bûm  ser birayên xwe.”
 
‘Min nizanîbû kîjan ji zarokên xwe xelas bikim’
 
Dayîka pakrewan Arêf Mihemed, Esmahan Xilo hestên xwe  yên di dema komkujiya Til Rifetê anî ziman û got: “Em wê demê li malê bûn, zarok piştî ji dibistanan vegeriyan derketin pêşiya deriya malê, ji bo bilîzin. Ez û xwişka  xwe bi hev du re di malekê de, dijîn. Dema min dengê topbaranê bihîst  ez derketim derve ji bo zarokên xwe bipirsim. Tevahî zarok di  nav xwînê de mabûn, min nizanîbû ez ê kîjan ji zarokên xwe xelas  bikim. Me zarokên xwe rakirin nexweşxaneyê, lê zarokek min û xwişka min jiyana xwe ji dest dan.”
 
‘Arêf hêvî dikir li Efrînê rojbûna xwe pîroz bike’
 
Esmahanê wiha dawî li gotinên xwe anî: “Zarokên bê sûc  hatin qetilkirin, Erdogan zarokan jî hedef digire. Hêviya kurê min Arif ew bû ku rojbûna xwe li Efrînê pîroz bike, lê dewleta tirk ev hêvî bi topbarana  xwe re winda kir. Em hemû fedayî axa xwe ne û em ê tola zarokên xwe hilînin.”