Hevşaredar Adalet Fîdan: Xebatên me berdewam dikin

  • 09:03 4 Gulan 2020
  • Rojane
 
 
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Şaredariya HDP’ê ya Sîlopiyê, xebatên xwe yên paqijî û dermankirine ku li dijî vîrusa koroanyê berdewam dike, ji bo ajalên kolanan jî xebat dane destpêkirin û xwarinê didin wan. Hevşaredar Adalet Fîdan, anî ziman ku xebatên wan bênavber didomin.  
 
Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Sîlopî ya Şirnexê, ji destpêka meha Adarê vir de li navenda navçeyê xebatên paqijiya li dijî vîrûsa korona (Kovîd-19) ku daye destpêkirin berdewam dike. Li navçeyê park, qadên hevpar, wesayîtên nava bajêr û ATM’yên bankayan tên dermankirin. Her wiha  otobusên ku ji derve de tên jî di têketina bajêr de tên dermankirin û piştî ku otobus tên dezenfektekirin dikevin hûndirê otogarê. Ekîbên paqijiyê yên şaredariyê û hemû cihên hevpar tên bikaranîn dezenfekte dike.
 
Her wiha ji aliyekî dinê ve jî ji ber vîrusa korona, bi hezaran malbat ji ber betalî, krîza aborî û bihabûnê pirsgirêka debarê dijîn. HDP’ê di vê pêvajoyê de bi armanca piştevaniyê kampanya ‘Malbatên Xwişk û Bira’ da destpêkirin û her diçe ev kampanya mezin dibe. Di çarçoveya vê kampanyayê de Şaredariya Silopiyê piştevaniyê bi malbatên ku rewşa wan a aborî nebaşe re dike. Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, derbarê vê pêvajoya nexweşiyê de û xebatên dikin de axivî.
 
‘Me têra 6 mehan stok kirye’
 
Adaletê, anî ziman ku dema nexweşiya Kovîd-19 li hemû cihanê belav bûye wan zanibûye ku dê demek kurt an jî nêz de li Tirkiyê jî belav bibe û ji ber vê jî di destpêkê de dest bi kar û xebatên amadekariyê kirine. Adalet, got sazî û dezgehên fermî  ji bo vê nexweşiyê tu xebat nekirine û ev tişt got: “Em wek şaredarî ji hela dermankirinê ve me stok kiriye. Her wiha dîsa berhemên wek maske, lepik û hewd. Di depoyên xwe de me stok kirine.  Ev stoka ku me kiriyetêra 6 mehan heye. Piştî ku li Tirkiyê nexweşî destpê kir şûnde me li Silopiyê dest bi xebatên dermankirinê kir. Sazî û dezgehên fermî yên navçeyê, park, qadên hevpar, esnafên navçeyê, wesayîtên nava bajêr û ATM’yên bankan tên dermankirin. Her wiha  otobusên ku ji derve de tên di têketina navçeyê de tên derman kirin û piştî ku otobus tên dezenfektekirin dikevin hûndirê otogarê. Her wiha kolan û kûçeyên me her roj bi awayek rûtîn bi sabûnê tên şûştin û tên dermankirin.”
 
‘Me destûra bi mûçe da xebatkarên xwe’
 
Adaletê, bi lêv kir ku xebatkarên şaredariyê yên ku temenê wan di ser 60’î re ne, xebatlarên jin ên dûcanî û xebatkarên ku nexweşiya wan a kronik heye derxistine destûrê û wiha domand: “Me xebatkarên xwe derxistin betlanê, lê belê  me mûçeyê wan nebirî. Her meh bi heman awayî mûçeyê wan tê dayîn. Me destura bi pere da xebatkarên xwe. Her wiha ji bo xebatkarên xwe yên din jî bi awayek plankirî me bername derxistiye û  em dixebitin.”
 
Ji bo ajalên kolanan xebat dan destpêkirin
 
Adalet, diyar kir ku ji ber herkes di malê de dimîne û gelek cih girtî ne ajalên kolanan birçî dimînin   û got ku wan ji bo ajalên kolanan jî xebat daye destpê kirin. Adaletê wiha berdewam kir: “Ji ber vê nexweşiyê ajalên kolanan jî gelek pirsgirêkan dijîn û birçî dibînin. Divê em deste xwe dirêjî ajalên kolanan bikin û alîkariya wan jî bikin. Ji ber vê jî em wek şaredarî her roj li kîjan kolan û kûçeyan ajal hene xwarinê dibin didin wan. Me xebatek bi vî rengî da destpêkirin. Divê em di rojên bi vî rengî de alîkariya ajalan bikin.”
 
Esnaf tên hişyar kirin
 
Adaletê, di dirêjiya axaftina xwe de got zabitayên şaredariyê her roj hem li esnafan digerin û hem jî hişyariya nexweşiyê dikin û ev tişt anî ziman: “Her wiha zabitayên me esnafên ku di vî pêvajoya nexwşiyê de bihayê berhemên xwe zêde kirine em wan hişyar dikin. Xebatên me di vî aliyê de jî berdewam dikin.”
 
‘Me heta niha xwe gihand 750 malbatî’
 
Adalet, got bi hatina vê nexweşiyê gel ji aliyê aboriyê ve gelek zehmetiyan dikişîne û di çarçoveya “Kampanyaya Xwîşk û Biratiyê” de ew xwe digihînin malbatan û wiha pêl da axaftina xwe: “Bang gel tê kirin ku ji ber vê nexwşiyê di malê de bimînin. Lê divê mirov ji aliyêkî ve jî alternatîfa wê jî çêbike. Lê belê hikûmetê ji vî aliyê  ve tu alternatif çênekir. Me jî di çarçoveya vê kampanyayê de paketên hem berhemên paqijiyê û hem jî yên xurekê amade kirin. Malbatên ku rewşa wan nebaşe em dibin didin wan. Me heta niha xwe gihandiye 750 malbatî. Çi derfetên şaredariyê hebin em ê ji bo gele xwe seferber bikin. Xebatên me yên alîkariyê dê berdewam bikin. Divê em di vê pêvajoyê de piştgiriya hevdû bikin. Her wiha di pêşengiya Midûriyeta Polîtîqayên Jinê ya şaredariyê de 14 xalên xwe parastinê bi bîlbordan li navçeyê hatin daliqandin û belavkirin. Anonsên me yên şaredariyê her saetê tên kirin ji bo gele me dernekeve derve.”
 
‘Em dibêjin werin em bi hev re jiyanê xweş bikin’
 
Adalet, di dawiya axaftina xwe de got xebatên wan ên ji bo vê nexwşiyê dê berdewam bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo di vê pêvajoyê de malbat debara xwe bikin 9 donim erdê şaredariyê heye ji bo çandiniyê. Em ê di demeke nêz de vê qadê ji bo jinan vebikin. Di van qadên me yên çandiniyê de jin dê bikaribin fêkî û zebzeyan biçinin. Piştî ku fêkî û zebze şîn bûn em ê biçinin û  bidin malbatên ku pêwîstiya wan pê heye. Her wiha Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Şirnexê, ji bo xeta tundiyê maseya krîzê ava kir. Jinên ku rastî tundiyê tên bila xwe bigihînin maseya krîzê. Ji ber ku di vê pêvajoyê de jin zêdetir rastî tundiyê tên. Xebatên me dê her roj bênavber berdewam bikin. Em dibêjin werin em bi hev re piştgiriyê bidin hev û jiyanê xweş bikin.”