Zeynep Uren: Em bi çanda cîrantiyê tevdigerin

  • 09:02 4 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - Aktîvîsta TJA’ê Zeynep Uren anî ziman ku ew xwedî çanda cîrantiyê ne, gelê xwe tenê nehêlin û alikariya xwe kêm nekin. Her wiha Zeynepê diyar kir ku ji bo alikariya malbatên mexdûr, jinên di bin gefê de û girtiyên sîyasî kampanyaya wan berdewam e.
 
Ji ber nexweşîya koronayê ku hemû cîhanê xist bin bandora xwe, li Kurdîstanê jî di çarçoveya tevdîr û paraastinan de Koordînasyona Krîzê hat avakirin. Di vê koordîsnasyonê de saziyên bijîşkan, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Mezopotamyayê Med (MED TUHAD-FED), Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad(TJA) û gelek rêxistinan di vê Koordînasyona Krîzê de cih girtin. Aktîvîsta TJA’yê Zeynep Uren  derbarê armancên Koordînasyona Krîzê û kampanyayên ku didin meşandin de nirxandin kir.
 
‘Li Kurdîstanê hêjmara testan kêm e’
 
Zeynepê diyar kir ku ji xeynî kurdan tu kes xwedî kurdan dernakeve û wiha berdewam kir: "Armanca me ya yekemîn ji vê koordînasyonê li dijî vîrûsa koronayê tevdîr û parastina civakê ye. Di vê pêvajoyê de divê em di warê polîtîkayên ku ji aliyê nexweşiyê de li ser me tên meşandin bêhtir baldar bin. Mixabin dema qedexeya derketina derve diqede gelek kes diçin ber postexaneyê dikevin dorê û ew jî  dibe sedema vegirtina nexweşiyê. Ev helewsta gel me dixe fikaran. Divê di vê pêvajoyê de ev nexweşî cidî bê girtin û her kes hişyar be.  Herwiha li Kurdistanê hêjmara testan kêm e. Em ê van polîtîkayan bi gelê xwe re parve bikin. Ev nexweşî herî zêde girtiyan dike xeterê. Wekî ku tê zanîn girtigeh ji bo belavbûna vîrûsê qadên herî xeter in. Niha dewlet ji bo vê rewşê qaşo qanûn derxist. Lê di rastiyê de ev qanûn ji bo çeteyên xwe derxistin. Dewlet dixwaze polîtîkayên xwe yên salên 80-90 bi hinceta vê nexweşiyê bike meriyete.” 
 
‘Em bi baweriya çanda cîrantiyê tevdigerin’
 
Zeynepê anî ziman ku hemû saziyên kurdan di bin rêxistina HDP'ê de li her bajarî alîkarî dan malbatên mexdûr û wiha got: “ Gelek malbatên welatparêz û ku di warê aboriyê de rewşa wan başe bi me re ketin têkiliyê û alîkarî dan malbatên mexdûr. Wekî ku tê zanîn di civaka kurd de çanda cînartiyê heye û bi wî rengî di her şert û mercên dijwar de ligel hev in û alikariya xwe kêm nakin. Lewra îro çanda kurdewar derketiye asteke jor. Her wiha ji ber pêşketina van alikariyan bangawazî û xebatên me hene. Di heman demê de niha em di meha remezanê dene û civaka me rojiyê digire. Di vî warî de jî em bi çanda cîrantiyê tevdigerin û nahêlin tu kes birçî bimîne.”
 
‘AKP’ê pêşiya zilm û tundiya li ser jinê vekir’
 
Zeynepê di   berdewamiya axaftina xwe de wiha bahsa kampanyaya dane destpêkirin kir:“ Ji bo jinan em dibêjin ‘jin bi hev re bi hêzin’ divê rewşê de em dibêjin jinên di nav malê de rastî tundiyê hatin bila xwe bigihînin me ji ber ku di vî warî de kampanya û plansaziyên me hene. AKP’ê bi polîtîkayên xwe pêşya zilmê û tundiyê vedike. Jin hem nikarin biçin derve hem jî di hundirê malê de di bin xetereyê de ne. Ji ber vê yekê derûniya jinan xira dibe. Em ê qêrîna jinê bidin bihîstin. Wekî tê zanîn girtî di bin xeteriya koronayê de ne û  têkoşîna me ji bo girtiyan jî berdewam e. Bi hezaran girtî sala par ji ber greva birçîbûnê de bûn jı ber vê yekê gefa şewba koronayê li ser tendurîstiya wan bêhtir heye. Her wiha heta ji bo girtiyên nexweş xwarinê nedin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Derbarê van mijaran kampanyayên me hêj berdewam in.”