ROJEVA 4’Ê GULANA 2020’AN

  • 09:00 4 Gulan 2020
  • Rojev
*Her du xwişkên ji Efrînê,  Şêrîn û Esmahan Xelo  yên ku her du zarokên xwe di komkujiya Til Rifetê de winda kirin, derbarê roja komkujiyê de û hestên ku di wan kêliyan de jiyan wiha gotin: “Komkujiya Til Rifetê  birîna ku dilê me diêşînê tu carî nayê jibîrkirin, rojane êş û birînên me bi bîranîna wê rojê nû dibin. Em ê tola zarokên xwe hilînin.” DÎMEN HEYE
 
*Şêniyên Kantona Kobanê bi hatina biharê re dest bi çandiniya bexçeyan kirin. Yek ji berhemên çandiniya demsalê jî  şênkahiya baqle ne. Jinên ku bi çandiniyê re mijûl dibin wiha dibêjin: “Em ji bo debara mala xwe şênkahiyê diçînin, şênkahiya baqle jî ji bo hevsengiya xwîna laşê mirovan baş e û bi feyde ye.” DÎMEN HEYE
 
*Endama Navenda Lêkolînên Jineolojîyê ya herêma Firatê Dicle Heyder, bal kişand ser bilindbûna asta tundiya ser jinê ya di rewşa karantînaya malê de û got: "Di karantinaya tenduristiyê de gelek jin bi tundiyê re rû bir û dimînin. Loma divê li hember tundiyê rêbazên civakî yên dewlemend bên pêşxistin." DÎMEN HEYE
 
*Parezer Hatîce Demîr diyar kir ku  guhertinên qanûna înfazê  jiyana jinan neyînî bandor kir û got:" Zilamên ku sûcên li dijî jinan ên wekî birîndarkirin, gef, destdirêjî pêk anîn  ji vê guhertina qanûnê sûd girtin.”
 
*Aktîvîsta TJA’ê Zeynep Uren anî ziman ku ew xwedî çanda cîrantiyê ne, gelê xwe tenê nehêlin û alikariya xwe kêm nekin. Her wiha Zeynepê diyar kir ku ji bo alikariya malbatên mexdûr, jinên di bin gefê de û girtiyên sîyasî kampanyaya wan berdewam e. BI DÎMEN
 
*Şaredariya HDP’ê ya Sîlopiyê, xebatên xwe yên paqijî û dermankirine ku li dijî vîrusa koroanyê berdewam dike, ji bo ajalên kolanan jî xebat dane destpêkirin û xwarinê didin wan. Hevşaredar Adalet Fîdan, anî ziman ku xebatên wan bênavber didomin. BI DÎMEN
 
*- Li Dêrsîmê di 4’ê Gulana 1937’an de komkujÎ hat destpêkirin û 70 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Komkujî di 83’emîn salvegera xwe de ye. Endama Komîsyona Bawerî û Gelan a HDP’ê Çîlem Kuçukkeleş diyar kir ku li Dêrsîmê komkujî bi polîtîkayên taybet didomin û got: “Me li Dêrsîmê soz da kesên ku winda kirin. Em ê çira we pêxin.”  DÎMEN HEYE
 
*Girtiyên li girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyê li malbatên xwe geriyan û diyar krin ku xwarin û alavên paqijiyê ji kantînan dixwazin lê nayên dayîn.
 
*Seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Tuzluçayirê Elîf Sanci, destnîşan kir ku piştî qanûna înfazê şûnde jin bi tirs dijîn û ji bo navnîşana wan bê guhertin jî gelek jin serlêdanan dikin.
 
*Sema Satir diyar kir ku piştî vîrusê karsaz ew derxistine desturê û got ew ji ber hewcedariyên zêde bûne bi fikare û wiha berdewam kir: “Piştî hişyariyên dernekevin derve, newekheviya zayendî jî giran bû û vê jî her cureyê şîdeta li ser jinê zêde kiriye. DÎMEN HEYE
 
*Hidayet Ar ku bi salane ji bo aştiyê têdikoşe, got tevî zor û zehmetiyan dest ji têkoşînê bernedaye û got: “Em dayik in, aştiyê dixwazin. Em naxwazin kes bimre.” BI DÎMEN
 
*Li herêmê bi dehan dayik ji bo kevirekî gora zarokên wan hebE têdikoşin û li aliyê din jî êrîşê goran tê kirin û ezyet bi dayikan tê kirin.