Jinên Elewî li aqubeta Gulîstan Doku pirsîn

  • 17:19 3 Gulan 2020
  • Rojane
STENBOL - Jinên Elewî bi hastaga “#GülistanDokuNerede” li ser hesabên medyaya civakî li aqubeta Gulîstan Doku pirsiyan. 
 
Bi boneya salvegera terteleya Dêrsimê Jinên Elewî "Keçên Dêrsimê yên windayî" bi bîr anîn û li aqubeta Gulîstan Doku ya ku di 5'ê Çileyê de winda bû pirsîn. Jinên Elewî bi hastaga “#GülistanDokuNerede” li ser hesabên medyaya civakî li aqubeta Gulîstan Doku pirsiyan. Dîsa hesabên Muduriyeta Giştî ya Emniyetê û Wezareta Karê Hundur @TC_icisleri, @EmniyetGM hatin etîketkirin û parvekirin hatin kirin. 
 
'Em ê pirsa xwe dewam bikin'
 
Tevî hastaga ku hat parvekirin hat gotin: "Em ê pirsa xwe dewam bikin. Kesên ku dibêjin qey ew ê ser bûyerê veşêrin bila nebêjin qey ew ê bê veşartin. Ev 4 meh in ji Gulistanê agahî nayê girtin. Ev ji bo malbata Gulistanê gelkî zor e. Divê em bibin dengê Gulistanê."
 
Dê jin bi boneya terteleya Dêrsimê sibehê saet di 19.38 de bi hastaga #ÇerağlarımızHiçSönmeyecek, #HerİnkarBirTopluMezar, #AleviKadınlar li ser medyaya civakî çalakiyê pêk bînin.