Yekîtiya Jinên Ciwan li Hesekê rûpoş belav kir
- 14:23 3 Gulan 2020
- Rojane
HESEKÊ - Koordineya Ciwan û Werzîşê û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kuçeya Umeran a Hesekê 850 rûpoş belav kirin.
Li Hesekeê ji ber Vîrusa Koronayê ketin û derketina bajêr hat qedexekirin. Koordineya Ciwan û Werzîşê û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kuçeya Umeran a Hesekê 850 rûpoş belav kirin.
Ji Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê Besma Mihemed anî ziman ku ew rûpoşan belaş belav dikin.