Ji bo êrîş li gora keça wê neyê kirin nobetê digire

  • 11:03 3 Gulan 2020
  • Rojane
ÇEWLIG - Jina bin navê Hakife Serinyel ji ber ku êrîş li gora keça wê ya MKP/HKO'yî Sevda Serinyel hatibû kirin li ser gora keça xwe nobetê digire. Hakifeyê got:"Di kîja olê de hatiye dîtin ku tiştekî wiha hatiye kirin? Em vê zilmê qebûl nakin. Bila hemû cîhan dengê min bibihîse. Em ê gora keça xwe bêxwedî nehêlin."
 
Dinya niha bi Vîrusa Koronayê re têdikoşe lê Îkitdara AKP'ê êrîşî goristanên HPG û YJA-STAR'yan dike. Di salên borî de jî gelek carî êrîşî goristanan hatibû kirin. Hefteya borî êrîşa li dijî goristanan a li Wanê dest pê kiribû li Colemêrg, Çewlîg û Amedê dewam kir. Her çiqas bertekên li dijî êrişan bidome jî êrîşên li dijî goristanan didomin.
 
Di rojên borîde li Çewligê êrîş li dijî goristana Sevda Serinyel  a MKP/HKO'yî hat kirin. Sevdayê di 1'ê Tebaxa 2017'an de jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê êrîşê de dayika Sevdayê, Hakife Serinyel axivî. 
 
'Wêneyên gorê kişandin'
 
Hakife wiha got:"Leşker hatine wêneyê gora keça min kişandine û çûne. Di 14'ê Nîsanê de li lawê min geriyan û gotin were îfadeya xwe bide. Piştî lawê min hat jê re gotibûn "gerek hûn kevirê ser gora Sevda rakin". Xwestibûn em nivîsên li ser kevirê gorê jê bibin. Gotin heger hûn jê nebin em ê jê bibin."
 
'Nivîsa 'Ji bo em bijîn em çiqas mirin' li gor wan sûc e''
 
Hakife wiha dewam kir:"Nivîsa  mercan û 'Ji bo em bijîn em çiqas mirin' jê biribûn. Piştî nivîsê xwestibûn em wêneyê keça xwe jî rakin. Em ne wêne ne jî nivîsê jê dibin. Gotibûn kê kevirê mezel çêkiriye. Me jî got me çêkiriye."
 
'Ez heta êvarî li ber gora keça xwe dimînim'
 
Hakife herî dawî wiha got:"Çima vê zilmê li me dikin? Di kîja olê de hatiye dîtin ku tiştekî wiha hatiye kirin? Em vê zilmê qebûl nakin. Bila hemû cîhan dengê min bibihîse. Em ê gora keça xwe bêxwedî nehêlin. Her roj ji qereqolê li me digerin. Ez jî heta êvarî li ber gora keça xwe dimînim. Bila destên xwe ji ser gorên me bikşînin."