Li girtîgeha Panosê li dijî vîrusê tedbîr nayên girtin

  • 09:12 3 Gulan 2020
  • Rojane
WAN - Hafsat Abî diyar kir ku kurê wê yê li girtîgeha Panosê girtiye nexweşê gurçikane û got divê ji bo hemû girtiyên nexweş tedbîr bên girtin. Hafsatê bi lêv kir ku hevdîtina telefonê têr nîne û xwedîbûneke baş li wir tüne ye.
 
Di pakêta înfazê ya bi dengê AKP-MHP’ê ji meclîsê hat derbas kirin, girtiyên siyasî têde cih negirtin û li dijî vê bertekên malbatan didomin. Li gorî daxuyaniya wezareta dadê hejmara kesên li girtîgehê bi vîrusê ketine bûye 120. Li dijî vê tedbîrek baş nehat girtin û alavê paqijî û xurek nayên dayîn û binpêkirinên mafan didomin.
 
‘Nexweşê gurçikan e’
 
Girtiyê bi navê Halît Abî yê li girtîgeha Tîpa L ya Panos a Agiriyê girtiye û nexweşê gurçikan e. Dayika wî Hafsat Abî li dijî tiştên tên jiyîn bertek nîşan da û got bi îfadeyên şahidê veşarî ceza li Halît hatiye birîn. Hafsatê wiha berdewam kir: “Li girtîgehan di şertên nebaş de dimînin. Meqerna û girar didinê. Baş xwedî nabin. Ez li mala xwe nikarim nan bixwim. Kurê min nexweşê gurçîkane. Vîrus kirin hincet û mafê hevdîtina telefonê ya hefteyê du caran bû daxistin yek carê. Her wiha dema hevdîtinê jî kêm e. Her yekê me deqeyek nakeve. Kurê min di hevdîtinê de got bi awayekî baş xwarinê nadinê, av qirêje û nikarin bi parêzeran re hevdîtinê bikin.”
 
‘Ji qanûnê kujerên jinan fêde girtin’
 
Hafsatê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku sûcdarên edlî ji qanûna efûyê fêde girtine û keên li dijî jin û zarokan sûc kirine hatine berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtiyên siyasî ji derveyê vê hat hiştin. Ev bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. Tu sûcê zarokên me tune. Dewlet naxwaze wan berde.Yên berdan jî ji nûve sûc dikin.”
 
‘Gardiyan bi awayekî kêfî tevdigerin’
 
Hevjîna Halît Belgîn Abî jî bi lêv kir ku ji ber şert û mercên aborî û zivistanê, durbûnê nikarin her tim biçin hevdîtinê û wiha dirêjî da axaftin xwe: “Hevdîtin jî bi awayekî kêfî tên astengkirin. Gardiyan mudaxale dikin. Ji ber vîrusê ji xwe em nikarin biçin. Em rewşa wan nizanin. Ava qirêj didin. Xwarinek baş nadin. Divê hefteyê du caran bigeriyane lê carekê digerin. Gotin wê kolonya û rûpûş bidin lê ew jî nayê dayîn.”
 
‘Ne qanûn divê efûya giştî hebe’
 
Belgînê wiha dawî lê axaftina xwe anî: “Negotin ev efûye gotin ev sererastkirine. Lê ev efûyek taybet bû. Girtiyên edlî hatin berdan lê yên siyasî di hundir de ne. Kujerên jin û zarokan, firoşkarên hişbirê hatin berdan. Ev kes niha li derve digerin.”