‘Erka me ya sereke parastina civakê ye’

  • 09:06 3 Gulan 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Rêveberiya Asayişa Jin a Kantona Kobanê Şêrîn Mihemed, diyar kir ku li herêmê qedexeya derketina dervê  berdewame û got: "Em hêvîdar in ku gelê me li gor biryarên Rêveberiya Xweser tevbigerin. Her wiha erka me ya sereke jî parastina civakê ye."
 
Piştî biryara qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin, Asayîşa Herêma Firatê kar û xebatên xwe berfirehtir kirin. Endamên Asayişê 24 seatan di nava bajêr de digerin. Têkildarî mijarê Rêveberiya Asayişa Jin a Kantona Kobanê Şêrîn Mihemed derbarê kar û xebatên asayişê nêrînê xwe anî ziman. 
 
'Em ê gelê xwe biparêzin' 
 
Şîrînê destnîşan kir ku erka wan ya serek parastina civakê ye û wiha pê de çû: "Piştî nexweşiya koronayê derket kar û xebatên me zêdetir bûye. Vîrûsa korona nexweşiyeke xeter e û parastina gel ji korona pir pêwist e. Ji bo wê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar girt ku ku derketina ji derve were qedexe kirin. Li gorî biryarên derketî, em jî rola xwe dilîzin. Me dewriyên xwe zêdekirin û 24 seatan em di nava bajêr de digerin. Di vê demê de me bendên xwe yên kontrolê xurt kirin, çûn û hatina ji bajar hatiye qedexekirin. Tenê rewşên awarte tên derbaskirin, ew jî ji aliyê komîteya tenduristî ve tên kontrol kirin."
 
'Biryarên derketî ji bo ewlehiya gel in'
 
Şîrînê diyar kir ku hemû endamên asayîşê bi tedbîrên tenduristî tevdigerin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Wek Endamên Asayişê em hewl didin biryaran, pêk bînin. Di vî alî de gel jî bi me re dibe alîkar. Li gor biryara derketî gel ji seat 08:00 heta 16:00 di nava bajêr de tevdigerin û pêwistiyên xwe pêk tînin, piştî seat 16:00'an welatî giştî di malê xwe de ne. Kesên ku li gorî biryaran tevnagerin ji aliyê Asayişê ve tên hişyar kirin. Em hêvîdar in ku gel me li gor biryaran tevbigerin ji ber ku ev biryarên derketî ji bo ewlehiya wan in."