Meclîsa Îştar a Mexmûrê derbarê yekîtiya gelê kurd de daxuyanî da

  • 08:09 3 Gulan 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) diyar kirin ku ew bi banga Abdullah Ocalan a ji bo yekîtiyê re ne. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'ê Nîsana 2020'an de bi rêya telefonê bi birayê Mehmet Ocalan re axivî bû. Di hevdîtinê bal kişandibû ser girîngiya yekîtiya gelê kurd. Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî banga  Abdullah Ocalan a yekîtiyê de daxuyanî da. Berî daxuyanî bê dayin deqeyekê rêz ji bo têkoşerên azadiyê hat girtin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Gel Çîçek Cengîz ve hat dayîn. 
 
Çîçek wiha dest bi gotinên xwe kir:“ Rêbertî di hevdîtina xwe de balê dikşîne ser yekîtiya neteweyî, û yekrêziya gelê Kurd. Ji bo ku destkeftiyên gelê Kurd neyên tunekirin, û gelê kurd carek din di qetilîaman re derbas nebin Rêbertî banga yekîtiyê li gelê Kurd dike. Di vê pêvajoyê de yekîtiya gelê kurd ji nan û avê zêdetir ji bo gelê kurd pêwîst e. Li ser vê esasê tevahî gelê kurd destê xwe daynin ser wîcdanê xwe û yên ku xwe. Herkes di warê yekîtiyê de divê xebatê bidin meşandin. 
 
Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin berdewamiya wê li Mexmûr, Rojava, û Zînî Wertê tê meşandin. Dewleta tirk dixwaze bi destên PDK’ê bi êrîşî Zînî Wertê bike û demografiya Kurdistanê bide guhertin. Ji bo wê em helwesta gelê Başûr pîroz dikin. Em êrîşên ku li ser Zînî Wertê û li her çar parçayên Kurdistanê û bi taybet a li ser Wargeha Mexmûr û ambargoya ku ev deh mehin tê pêkanîn şermezar dikin. Weke jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî em berxwedana tevahî gelê berxwedêr ji dil û can silav dikin. Em bang li tevahî gelê Kurdistanê dikin dest bidin destê hev û bibin xwedî helwest, û xwedî li erk û misyona xwe derkevin. Da ku gelê kurd bigihêje azadî û yekîtiya xwe.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî yekîtiya gelê kurd, Bijî Serok Apo” bi dawî bû.