'Zeyneb Celaliyan li zindana Qerçekê di beşa karantînayê de tê ragirtin'

  • 16:38 2 Gulan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê rejîma Îranê girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan şandine zindana Qerçek a Weramînê. Hate gotin ku Zeyneb Celaliyan niha di beşa karantînayê de tê ragirtin.
 
Li gorî agahiyên Tora Mafê Mirov a Kurdistanê weşandibû, girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ku cezayê heta hetayî jê re hatiye dayîn, di roja 28'ê nîsanê de, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve ji bo cihekî nediyar hatiye veguhestin.
 
Duh bavê Zeyneb, Elî Celaliyan li ser mijarê agahî dabû Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê. Bavê wê diyar kiribû ku Zeyneb çav girtî û dest girtî, bajar bi bajar digerînin û ber bi zindanek Tahranê birine û aqûbeta wê nayê zanîn.
 
Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê îro carek din li ser aqûbeta Zeyneb Celaliyan daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniya Tora Mafê Mirovan, piştî ku zindanên Urmiye, Kirmaşan û Êvînî ya Tahranê Celaliyan wernegirtine, rejîma Îranê wê birine zindana Qerçek ya Weramîn a nêzî Tahranê. Hate gotin ku niha Zeyneb Celaliyan di beşa karantînê ya zindana Qerçek de tê ragirtin.
 
Hîn jî nayê zanîn Zeyneb Celaliyan ji bo çi veguhestine zindanek din.