Rapora Meseya Qrîza Kovîd 19’ê ya Wanê hat aşkerakirin

  • 16:22 2 Gulan 2020
  • Rojane
WAN - Di têkildarê rewşa Wanê de Maseya Qrîza Kovîd 19’ê raporek aşkerakirin. Di raporê de derbarê deverên karantînayê û daneyên nexweşan de agahî hatin dayîn. 
 
Meseya Qrîza Kovîd 19’ê ya Wanê ku ji ber vîrûsa koronayê ji aliyên partiyên siyasî, sendika û rêxistinên civakî pêk tê, rapora xwe ya mehane ku têkildarî rewşa bajar û xebatên ji bo şewbê dikin amade kiribû, aşkera kir.
 
Di rapore de rewşa dawîn a têkildarî weqa û qarantînayên li navçeyan wiha hat rêzkirin:
 
“* Li navçeya Ebexê qarantînaya li gundên Han û Zulfubûlak hatiye rakirin. Nexweşên vîrûsê tabûrcî bûne. Gundê Selexaneyê ketiye qarantînaya 4 rojan. Kesên bi guman li nexweşxaneya Erdîşê kirine qarantînayên. Keyayê gund ji peywirê hatiye girtin.
 
* Li gundê Rûnexwer ê Seravê qarantîna rabûye û kesê nexweş tabûrcî bûye.
 
* Qarantînaya li gundên Gunbaşi û Oveçliyê yên Payîzavayê didomin.
 
* Li gundê Arnis ê Bêgiriyê qarantîna rabûye. Nexweşên vîrûsê tabûrcî bûne. Li gundê Dagorenê kesek li nexweşxaneyê di bin qarantînayê de de ye û 8 mal jî ji bo bergiriyê di bin qarantînayê de ne.
 
* Li gundên Xozi, Baves, Xaşkan û Xirabe yên Elbakê qarantîna didome. Li gundê Xirabeyê 5 kes tabûrcî bûne. Kesên din hê jî li nexweşxaneyê ne. Li gundê Albayrakê testa 5 kesan pozîtîf derketiye, lê gund hê nekirine qarantînayê.”
  
Li gorî daneyên SES’ê li bajar 13 kesan ji ber vîrûse jiyana xwe ji dest daye û rewşa dawîn a weqayên li navçeyan wiha hatiye rêzkirin:
 
“* Li Nexweşxaneya Leşkeriyê 7 pozîtîf û kesek bi guman hene.
 
* Li Nexweşxaneya Stenbolê 11 pozîtîf û 5 bi guman hene.
 
* Li Nexweşxaneya Zanîngehê 12 pozîtîf û 20 bi guman hene.
 
* Li Nexweşxaneya Herêmê 13 pozîtîf û 55 bi guman hene.
 
* Li Erdîşê 5 pozîtîf û 8 bi guman hene.
 
* li Payîzavayê 19 pozîtîf hene.
 
* Li ELbakê 8 pozîtîf, 2 bi guman û 13 mirî hene.”
 
 
Xebatên Kampanya Xwişk û Bira jî wiha hatin rêzkirin:
 
“* 5 hezar malbat hatine tespîtkirin. Heta niha têkilî bi 2 hezar û 500 malbatan re hatiye danîn û hatiye tespîtkirin ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.
 
* Ji bo alîkariya kampanyayê, bi 210 malbatên dildar re têkilî hatiye danîn.
 
* Piştevaniya pêwîst ji bo hezar û 585 malbatî hatiye kirin û xebat didomin.
 
* Ji 920 malbatî re piştevaniya pere hatiye kirin.
 
* 665 qolî alîkarÎ gihîştiye malbatan. Ji vana 70 qolî ji aliyê encumene şaredariyan ve gihîştine malbatan.
 
* Niha di stoqa de qolî nemane. Xebata ji bo vê yekê didome.”