Dayikên Şemiyê: Polîtîkayên xwe yên bêcezakirinê bi dawî bikin

  • 16:00 2 Gulan 2020
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî li ser medyaya civakî çalakiya xwe pêk anîn û gotin: "Êdî ji binpêkirina mafan û bêedaletiyê re dibêjin bes e. Em bang li dewletê dikin ku dawî li polîtîkaya xwe ya bêcezakirinê bîne."
 
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin darizandin di hefteya 788’emîn de çalakiya xwe domandin. Ji ber vîrûsa koronayê li ser hesabê xwe yê medya civakî çalakiya xwe pêk anîn. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Zekî Altûnbaş ê 39 sal berê di binçavan de hat windakirin pirsîn. Daxuyaniya vê hefteyê Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê Gulseren Yolerî xwend.
 
Gulseren, da zanîn ku ew tevî şewbê jî çalakiya xwe ya ji bo heqîqet û edaletê didomînin û ew ê li dijî îqtîdarê têkoşîna xwe ya azadî û maf berdewam bikin. Gulseren, di daxuyaniyê de li aqûbeta Zekî Altûnbaş ê ji aliyê darbekarên 12’yê Îlonê ve hat windakirin ji bîr nekirine û behsa jiyan û serpêhatiya windakirina Zekî kir. 
 
'Beyî ku bimirim çîçekan deynim ser gora lawê xwe'
 
Gulseren, diyar kir ku bavê Zekî Tahsîn Altûnbaş cihek pêywendîdar nema ku serî lê nedaye lê tevî hemû hewldanan jî serlêdan û hewldanên wî bêencam man û dosyeya Zekî di sala 2011’an de ji aliyê Dozgeriya Yalovayê ve bi îdiaya “dem bihûriye” bi neşopandinê hat encamkirin.
  
Gulseren da zanîn ku bavê Zekî Tahsîn Altûnbaş seranserî 11 salan bi hêviyek mezin ku bigihîje şopa kurê xwe çi cenazeyên ji Deryaya Marmarayê hatine derxistin ji bo teşhîsê çûye ser hemûyan û Tahsîn Altûnbaş bêyî ku şopa kurê xwe bibîne di sala 1992’yan de di encama qezayek trafîkê de jiyana xwe ji dest daye. Guseren, anî ziman ku dayika Zekî Cevriye Altûnbaş jî gotiye “daxwaza min tenê ew e ku bêyî bimirim, çîçekan deynim ser gora lawê xwe” û negihîştiye daxwaza xwe û di adara 2015’an de koça dawî kiriye.
 
'Divê ceza bên dayîn' 
 
Gulseren, ji bo dosyeya Altûnbaş û hemû windayên din berpirsiyaran vexwend ku kiryaran derxin holê û wan ceza bikin û ew êdî ji binpêkirina mafan û bêedaletiyê re dibêjin “êdî bes e.” Gulseren, xwest kiryarên windayan bê ceza nemînin û bang li dewletê jî kir ku dawî li polîtîkaya xwe ya bêcezakirinê bîne. Gulseren herî dawî got ew ê dest ji cihê têkoşîna Dayikên Şemiyê Meydana Galatasarayê bernedin.