Ji bo Terteleya Dêrsimê banga tevlîbûna çalakiyan hat kirin

  • 15:43 2 Gulan 2020
  • Rojane
STENBOL- Bi minasebeta 83'yemîn Terteleya Dêrsimê, jinên Elewî banga tevlîbûna çalakiyan kir. 
 
Jinên Elewî bi boneya salvegera 83’yemîn a Terteleya Dêrsîmê ku di 4’ê gulanê de pêk hatiye daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin terteleya Dêrsimê wek erdhejekê pêk hat û nayê zanîn dê kengê bi dawî bibe.
 
Di daxuyaniyê wiha hat gotin: “Di salvegera 83’yemîn de bi kilaman qûrbaniyan bibîr tînin. Em bang li berpirsiyaran dikin ku bi komkujiyê re rûbirû bimînin. Em carek din hemû zarok, jin û qûrbaniyan bi bîr tînin. Em bang li hemû jinan dikin ku sibêhê di saet 16.00'an de tevlî çalakiya me ya li ser medyaya civakî ya bi navê  #GülistanDokuNerede bibin. Her wiha dê di 4'ê gulanê de jî di saet 19.38'an de jî li dijî komkujiyê li ser medyaya civakî dê bi navê #ÇerağlarımızHiçSönmeyecek,  #HerİnkarBirTopluMezar, #AleviKadınlar çalakiya hastagê bê lidarxistin."