Xizmên windayan bi rêya medyaya civakî aqûbeta windayan pirsîn

  • 15:04 2 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - Xizmên windayan çalakiya xwe ya vê heftê li ser medyaya civakî li dar xistin û aqûbeta Nazim Gulmez ê 61 salî pirsîn.
 
Bi armanca “Winda bên dîtin û kujer bên darizandin”, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan kom bûn û çalakiya xwe ya 586’emîn pêk anîn. Di çalakiyê de aqûbeta Nazim Gulmez ê di 15’ê cotmeha 1994’an de li Dêrsimê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin hat pirsîn. Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yuksel Aslan Acer, li ser hesabê medya civakî ya komeleyê vîdeoya “Em ji bo Nazim Gulmez û hemû windahiyan edaletê dixwazin” parve kir û çîroka Nazîm anî ziman. 
 
Yuksel, wiha behsa çîroka Nazim kir: “Nazim 61 salî, li gundê Taşitli ya naçeya Xozat a Dêrsimê dijiya. Zewicîbû û 9 zarokên wî hebûn. Gulmez karê çandinî û sewalkariyê dikir. Bi vê karî derbara xwe dikir. Leşkerên girêdayî Fermandariya Qomando ya Bolû yên di 13’yê cotmeha 1994’an de li herema Alî Bogazi dest bi operayonê kirin, bi ser gundê Taşitli yê navçeya Xozat a Dersimê de girtin. Leşkeran wê demê keyayê gund û gundiyek binçav kirin. Gundî di saetên şevê de hatin berdan.
 
Van leşkeran 2 roj şûnde di 15’ê cotmeha 1994’an de cardin hatin gund. Li gund lêgerîn kirin û dûre mal şewitandin. Leşkerên ku tevlî operasyonê bibûn, ji Nazim xwestin ku di arazî de ji bo wan rênçberiyê bike. Leşkeran bi vê hincetê Nazim ji malê derxistin. Leşkeran bi vî awayî Nazim û keyayê gund li ber çavê hemû gundiyan bi darê zorê bi xwe re birin. Ji wê rojê û şûnde bi tu awayî agahî ji Nazim hat girtin.
 
Hevjîna Nazim Garîp Gulmez, piştî mehekê diçe ji serdarê Xozatê pirsa aqûbeta hevjînê xwe dike. Serdar vê bersivê dide hevjîna Gulmez; ‘Me ew demekê di destê xwe de hiştin. Dure me wan berda. Em jî li wî digerin.’ Hevjîna Nazim Garîp Gulmez vê carê serî li Serdozgeriya Xozatê dide. Serdozgeriya Xozatê jî serlêdana malbatê red kir. Malbata Nazim li ser vê yekê serî li Serdozgeriya Leşkerî ya Xarpetê dide. Lê Serdozgeriya Leşkerî ya Xarpetê bi tu awayî dosyayê bi encam nake û ji malbatê re dibêje dosya ji Serdozgeriya DGM’ê ya Meletiyê re şandin. Serdozgeriya Meletiyê jî bi hinceta ku rayeya wî ya darizandinê tuneye, dosyayê cardin dişîne ji Serdozgeriya Komarê ya Xozatê re. 
 
Malbata Nazim, piştî tu encamê ji hiqûqa hûndirin nagire, bi rêya parêzeran dozê di 26’ê adara 2016’an de dişîne Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê (DMME). DMME’ê bi hinceta ku li gorî sînorê dema 6 mehan tevgerîn çênebûye, serlêdana malbata Nazim red kir.”