Li kolanên Kobanê 3500 rûpoş hatin belavkirin

  • 12:12 2 Gulan 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Komîteya Aboriyê ya Jin û Rêxistina Kongreya Star 3 hezar û 500 rûpoş li kolanên sereke yên Kobanê belav kir.
 
Di çarçoveya tedbîrên parastinê yên li dijî vîrûsa korona (COVID-19), Komîteya Aboriya Jin û Rêxistina Kongreya Star Kongra Star 3 hezar û 500 rûpoş bê pere li kolanên Kobanê yên herî bi tevger wek li sûka Tilel, kolana Berîdê, sûka Hal û li pêşesaziyê hatin belavkirin.
 
Hêjayî bi bîr xistinê ku Komîteya Aboriyê ya Jinan di 11'ê Nîsanê de dirûnxaneya bi navê Amargî ya çêkirina rûpoşan ava kir.