'Di dema karantinayê de jin bêtir bi şîdeta derûniyê re rûbirû man'

  • 11:45 2 Gulan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Hemberî Jinan a Herêma Kurdistanê di dema karantinayê de hejmara şîdeta jinan bêtir zêde bûye. Rêxistina jinan ji bo alîkariyê bidin jinên ku bi şîdetê re rûbirû mane xetên telefonê vekirin. 
 
Bi belavbûna vîrûsê re pêvajoyên îzalasyon û karantinayê hatin destpêkirin. Ev pêvajo bêtir li ser jinê bi bandor bû. Di vê pêvojoyê de bêtir jin bi şîdetê re rûbirû man. Li gorî daneyên Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Hemberî Jinan, di dema karantînayê de li seranserî Herêma Kurdistanê hezar û 435 kesî xeta 119 re telefon vekirine û li dijî şîdetê alîkarî xwestine. 
 
Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li hemberî Jinan bîlançoya giştî ya şîdetê ji raya giştî re aşkera kir. Rêvebera rêxistinê Kurdê Omer derbarê cûreyên şîdeta tê kirin agahî da Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê. Kurdê destnîşan kir ku kuştin, xwekuştin û xweşewitandin kêm bûye, lê şîdeta derûnî ya li hemberî jinan jî gelek zêde bûye. 
 
Kurdê ragihand ku piraniya ew jinên ku xeta 119 geriyane bi şîdeta derûnî re rûbirû mane û beşek pêwîstiya wan bi şêwirmendiya derûnî, yasayî û civakî hebû. Kurdê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Yek ji pirsgirêkên din ên di dema karantînayê de zêde bûne pirsgirêkên medyaya civakî ne. Gelek jin jî ji ber medyaya gilî kirine."
 
Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Kurdistanê û yek ji endama lijneyê Leyla Ebdullah li ser peywendiyên ev agahî dan: "Ew jinên ku pirsgirêka wan li gel hevjînên wan hene, di dema karantînayê de pirsgirêkên wan gelek kûrtir bûn. Her wiha di vê pêvajoyêd e pirsgirêka aborî jî li pêş ket. Ji ber sedema ku piraniya malbatan bi dahata karê rojane dijîn û qet derfet nebûn biçin derve kar bikin, her wiha zêdetir ji 50 rojan carekê mûçe tê dayîn, piraniya malbatan krîza aboriyê dijîn. Ev jî bûye sedema pirsgirêka navbera wan de.”
 
Li gorî daneyên Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Hemberî Jinan li Herêma Kurdistanê  salane bi sedan jin bi şîdeta fizîkî tên kuştin. 
 
Bi pêvajoya karantinayê Rêxistina Yekîtiya Jinên Kurdistanê lijneyek ava kirin û 4 hejmarên telefonê li ser medyaya civakî parve kir û ji bo jin alîkariyê bigirin. Xeta telefonê di saet 10.00’ê heta saet 16.00’an vekiriye.