Ji bo zarokên li mal dimînin xebatên atolyê hat destpêkirin

  • 11:05 2 Gulan 2020
  • Rojane
ENQERE - Weqfa Uçan Supurge, ji bo zarokên bi sedema vîrusa korona li mal dimînin atolyeya online amade kir. 
 
Weqfa Uçan Supurge, di çarçoveya 23’yemîn bernameya Mihrîcana Filmên Jinan a Navneteweyî ya Uçan Supurge, ji bo zarokên bi boneya vîrûsa korona (Covid-19) di mal de dimînin atolyeyên onlîne amade dike. Zarok, dê di bin navê “Kargeriyên zarokan ên ber bi mihrîcanê ve" bi 13 xebatên kargeriyên cuda de bên cem hev. Atolye dê di navbera 2-3'yê gulanê de (îro û sibê) pêk bên. 
 
Zarok dê di atolyeyên bi sernavê “Xwendina çîrokan, nivîskariya afirîneryê ya zarokan, dahurandina fîlman a zarokan, Vegotina çîrokên xwezayî, Ev fîl li kuye, Ji bo zarokan felsefe, Tahaumatrope, Flipbook animasyon, Çêkirinên xeyalî, Yogaya zarokan û tevger" li hev kom bibin. 
 
Ji bo der barê atolyeyê de agahiyên berfirehtir bigirin dikarin bi rêya Înstagram a Uçan Supurge ya (https://www.instagram.com/ucansupurgee/) agahiyan bistînin.