Ji bo piştevanî û têkoşînê bang

  • 09:07 2 Gulan 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku bi qanûna înfazê re jiyana wan zêdetir ketiye bin tehdîdê û gotin qanûn qanûnek newekheve û şîdet zêde kiriye. Jinan her wiha daxuyakirin ku desthilatdarî wan matmayî nahêle û banga piştevanî û têkoşînê li hemû jinan kirin.
 
Bi qanûna înfazê re tahliyeyan dest pê kir û tê payîn ku bi giştî 90 hezar kes ji girtîgehan derkevin. Bi tahliyeyan re jî ji gelek cihî nûçeyên şîdetê tên. Gumanbar tên berdan û ji ber tedbîr nayê girtin jin bi bertekin.
 
Jinan der barê mijarê de nêrînên xwe vegotin. Jinan da zanîn ku desthilatdariyê ew matmayî nehiştine û gotin divê li dijî vê piştevanî bê zêdekirin û banga piştevanî û têkoşînê li jinan kirin.
 
‘Em xwe di ewlehiyê de hîs nakin’
 
Hazel Ozturk: Yên ji sûcên der barê jinan hatibûn girtin îhtîmalek mezin wê heman sûcî dîsa bikin. Bi taybet em di vê mijarê de bi fikarin. Em xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Cezayên li gumanbarên li hember jinan sûc dikin li holê ye ji xwe. Wê rêjeya sûc jî zêde bibe.
 
Çîgdem Oruç: Firoşkarên hişbirê, gumanbarên li dijî jinan sûc kirin li derve ne, bi hezaran kes ji ber fikr û nêrîna xwe girtîne. Rojnameger nivîskar di hundir de ne. Mixabin em matmayî namînin. Li vî welatî azadiya fikr û ramanê tune. Di pêvajoyek wisa de divê cudakarî neyê kirin. Ji ber desthilatdarî vê hêzê xwe re dibîne wisa biryar dide. Di şertên heyî de jin bi rehetî nikarin bigerin. Wê di vê rewşê de du car zehmetiyan bikşînin. Di vê pêvajoyê de ku rojev evqas tevlihev e, qanûn balê nakşîne. Derketina kolanê jî veguheriye formalîteyê. Dewletê pêvajo jî li gorî berjewendiya xwe bikar anî.
 
‘Yên îşkence li zarokan kirin li derve ne’
 
Elvan Can: Em hemû xemgînin. Di bin navê sûcê fikr û ramanê de gelek kes di girtîgehan de ne. Yên îşkence li zarokan kirine li derve ne. Ev şerma herî mezine. Tiştekî wisa ne qanûniye. Divê ne wisa be. Di pêvajoya vîrusê de ji bo kesî tedbîr nehat girtin. Dikaribû ji bo mêrên şîdetê pêk tînin biryara durxistinê bihata girtin. Divê jin di vê pêvajoyê de bi cesaret bin.
Umran Eres: Li gorî min ne qanûnek rast e. Piştî qanûn derket, roja din jin hat kuştn. Ev jî her tiştî datîne holê. Em jin ji bilî piştevaniyê divê tiştekî nekin. Şertên îro jî zehmetin lê dikarin hêzê bidin hev. Jin bibin yek dikarin cîhanê biguherin.
 
Jinan xwe avêtin xetereyê
 
Fatma Eylentî: Qanûn newekhev û bê edelet e. Divê hemû girtiyên siyasî bihata berdan. Mirov ji ber fikrên xwe girtî ne. Em di serî de ji bo Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî azadiyê dixwazin. Tecawizkar, firoşkarên hişbirê berdan. Yên li dijî jinan sûc kirin hatin berdan. Wê dîsa her tişt tevlî hev be. Ewlehiya jinan tune.
 
Şevîn Kara: Mêrê ku hevjîna xwe kêr kiribû, derket çû keça xwe kuşt. Çima berdan gelo? Divê nehatana berdan. Yên hişbir difrotin wê dîsa bifroşin. Wê zerarê li zarokên me jî bikin.