Heyhan Elî: Li Herêmên dagirkirî jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin

  • 09:02 2 Gulan 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Endama Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Heyhan Elî, derbarê kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li Efrînê nirxandin kir û got: "Kiryarên hovana li pêşiya çavên her kesî tên kirin, bê ku hurmet  ji mirovan re bê girtin û jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin.”
 
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Herêma Efrînê, kiryar û bûyerên dijhiqûqî di herêmên dagirkirî de, diqewimin. Şêniyên Efrînê yên dev ji axa xwe bernedane û di Efrînê de mane her roj rastî zordariya komên girêdayî dewleta tirk tên. Bi armanc tunekirina îradeya jina kurd, di Efrînê de jin bi tundiyê re rû bir û dimîne û gelek jin jî tên revandin û rewşa wan ne diyar e.  Têkildarî mijarê Endama Rêxistina Mafê Mirovan  a Herêma Efrînê Heyhan Elî, nirxandin kir û ji me re parve kir.  
 
'Bi destpêkirina sala 2020’an heta niha 21 jin hatine revandin'
 
Heyhan di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser dagirkirina herêma Efrînê û kiryarên ku di hundirê wê de tên meşandin û wiha got: "Piştî  ku dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê herêma Efrîn û gundewarên wê dagir kirin, dest bi kiryar û hovîtiyên xwe yên li dijî gelê sivîl kirin. Ev kiryar heta roja îro jî didome. Weke Rêxistina Mafê Mirovan me hin kiryarên dewleta tirk ên li ser jinan  yên di sala 2020’an belge kirin. Bi destpêkirina sala 2020’an heta niha 21 jin hatine revandin. Ji wan  2 jin ji aliyê komên çekdar li dibistana Tîcarî ya navenda Kantona Efrînê ku niha veguherandine girtîgehê, bi tecawizê rû bi rû hatin hiştin. Di encama êrîşên li ser gundê Aqîbê ya Şêrewayê de, jina bi navê Fatma Elî, zarokê bi navê Sêrwêşt Hesen û li gundê Başemrê ya Şêrewa jî jinek ji pêkhateya ereb a bi navê Emûn Mensûr, jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî jî li gundê Hêkiçê ya navçeya Şiyê Efrînê jineke bi temenê 80 salî ya bi navê Fatma Ibrahîm Kinê bi şêwazeke hovane ji aliyê komên çeteyên girêdayî dewleta tirk ve hate qetilkirin. Heta niha ev hemû belge kiryarên derheqê jinan de pêk hatine."
 
'Kiryarên hovane li pêşiya çavên her kesî tên kirin'
 
Heyhan  destnîşan kir ku li gor çavkanî  û kesên ku bi çavên xwe dibin şahidê bûyerê em belgeyên xwe amade dikin û wiha dom kir: "Dema ku bûyerek di hundirê herêmên dagirkerîyê de diqewime, em li gor çavdêrî û kesên ku di Efrînê de ne belgeyên xwe îsbat dikin.  Kiryarên hovane li pêşiya çavên her kesî tên kirin, bê ku hurmet  ji mirovan re bê girtin. Banga me ji rêxistinên mafê mirovan heye ku dewleta tirk bide sekinandin û dawî li hovîtiya dewleta tirk bîne."