Jinan bal kişandin ser keda ku nayê dîtin

  • 14:33 1 Gulan 2020
  • Rojane
STENBOL - Pêkhateya Jin bi hev re bi Hêz in bi munasebeta 1'ê Gulanê Roja Kekdaran a Cîhanê ji bo balê bikşînin ser keda jinê ya nayê dîtin bi hastaga "Ji 1'ê Gulanê pîroz dikin" li ser medyaya civakî çalakî li dar xistin.
 
Pêkhateya Jin bi hev re bi Hêz in bi munasebeta 1'ê Gulanê Roja Kekdaran a Cîhanê ji bo balê bikşînin ser keda jinê ya nayê dîtin bi hastaga "Ji 1'ê Gulanê pîroz dikin" li ser medyaya civakî çalakî li dar xistin. Jina li ser hesabên istagram, twittir, facebookê bal kişandin ser keda jinê ya nayê dîtin. 
 
Di parvekirinan de jinan paçikên zer bi cam û şaneşînên xwe xistin. Jinan bi wêne û videoyên ku girtin li ser medyaya civakî 1'ê Gulanê pîroz kirin. 
 
Gelek aktivîst û rêxistinên jinan jî piştgirî dan çalakiya li ser meydaya civakî.