Ciwanên Herêma Firatê êrîşên Zînê Wertê şermezar kirin

  • 14:25 1 Gulan 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Ciwanên Herêma Firatê li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser herêma Zînî Wertê ya girêdayî Başûrê Kurdistanê û bi boneya 1'ê Gulanê daxuyanî dan. 
 
Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Şoreşger yên herêma Firatê bi boneya 1’ê Gulanê û şermezarkirina êrîşên dewlet tirk yên li ser herêma Zînî Wertê ya girêdayî Başurê Kurdistanê, li parqa 19'e Tîrmehê daxuyaniyek dan. Ji ber sedema qedexeya derketina derve û metirsiya Virûsa Korona hejimarek kêm ciwan beşdarî daxuyanî bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekitiya Jinên Ciwanên Şoreşger Dilvîn Ehmed ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Pêvajoya ku em tê de dijîn, dîsa Gelê Kurd bi kompleyekê re rû bi rû dimîne. Dewleta tirk a dagirker rêbazên xwe yên hovane di serî de li ser Gelê Kurd bi giştî li ser gelê bindest dimeşîne. Di bingeha van êrişên dagirkeriyê de tu exlaq yan jî pîvan xuya nake. Ev konsepta dagirkeriyê şîrîkê wî yê herî esasî PDK’ê û mala Barzanî ye. Ser nirxên Kurdistanê û ser xwîna Kurdan hesabê mezin dikin. KDP’ê û mala Barzanî axa Kurdistanê, nirxên Kurdistanê hemû pêşkeşî dakirkeriyê û pêşkeşî emperyalîzmê dike. Ji bo berjewendiyên xwe û ji bo malbata xwe nirxên Kurdistanê hemû firotiye dewleta tirk a faşîst, dagirker û mêtînger. Şirîkê wî Barzanî û PDK’ê jî ji bo berjewêndiyên xwe di herêma Kurdistanê de hertim di nav komploya ser Kurd û Kurdistanê tê meşandin de cihê xwe digire. Komploya mala Barzanî û PDK’ê ya herî dawî jî komploya ser Zînê Wertê bû. Tu mafê PDK’ê û Mala Barzanî nîne ku hebûna Tevgera Azadiyê li ser axa Kurdistanê lêpirsîn bike. Bila Barzanî û PDK bizanibe, eger Tevgera Azadiyê nebe, rojekê jî Barzanî û KDP’ê nikarin li ser axa Kurdistanê bijîn. Gelê Kurd ji bo îxanetê û kuştina birakujîyê re dibêjin bes e. Merheleya ku em niha di nav de dijîn konsepta şerê cihanê yê seyemîn e. KDP’ê û Barzanî Başûrê Kurdistanê pêşkeşî dewleta dagirker a tirk dike, kêleka wê jî dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê êrişên xwe berdewan dike. Herî dawî jî bi balafirên keşfê êrişê bajarê Kobanê kir. Bi alikariya PDK’ê re dewleta tirk dixwaze dagirkeriya xwe li ser herêmên Başurê Kurdistanê berfireh bike. Di demê dawiyê de jî bi êrîşkirina li ser herêma Zînê Wertê hewil dide ku êrîşên li ser xaka Başurê Kurdistanê berfirehtir bike. Keseyeta Erdogan wek nexweşiya virûsa Koronayê ye. 
 
Di serî de wekî ciwanên herêma Firatê û ciwanên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê em roja 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz dikin. Ev cejin bi têkoşîna kedkaran hatiye bidestxistin. Em ê her rojê bikin cejna kedkaran. Heta ser axa Kurdistanê îxanet û dagirkerî bi dawî nebe em ê her derê bikin agir û ji dijmin re bikin goristan. Em bangawaziya serhildan û berxwedanê dikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bimre Îxanet" bi dawî bû.