Du avahiyên TMO'yê kirin bin karantînayê

  • 13:21 1 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - Li Amedê testa Vîrusa Koronayê ya kesekî pozîtîf derket. Li ser vê yekê du avahî kirin bin karantînayê. 
 
Du avahiyê li Ofisa Mexsûlên Axê ya Yenişehira Amedê (TMO) ji ber ku testa Vîrusa Koronayê ya kesekî pozîtîf derket kirin bin karantînayê. Du wesayetên zirxî li ber avahiyan hat sekinandin. Ketin û derketina avahiyan hatin qedexekirin. 
 
Derbarê rewşa kesê bi Vîrusa Koronayê agahî nehat girtin