KCD: Her bijî piştevaniya karker, kedkar, jin û gelan!

  • 11:08 1 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - KCD'ê 1'ê Gulanê li kedkar, karker û li jinên cîhanê pîroz kir û got:" Em 1’ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkerên Cîhanê bi ruhê şoreşgerî û piştevaniyê ku jênegerên enternasyolanîzmê ne, pîroz dikin. Di vê dema ku civaka dinyayê bi şewbê re têdikoşe bi taybetî jî, di şexsê kedkarên tenduristî û zanistê ku mirov bi keda wan baş dibin, dinya şahidî lê kir ku ked û piştevanî bê çiqasî girîng û jiyanî ye. Em ji kedkaran re bi hestên xwe yên samîmî spas dikin."
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi munasebeta 1'ê  Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê daxuyanî da.  Di daxuyaniyê de hat ragihandin çareserî ew e ku hemû karker, kedkar, jin, ekolojîst û gelên bindest bi parastina cudahî û xweseriya xwe bibin yek û piştevaniya enternasyonalîst mezin bikin.
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Em 1’ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkerên Cîhanê bi ruhê şoreşgerî û piştevaniyê ku jênegerên enternasyolanîzmê ne, pîroz dikin. Di vê dema ku civaka dinyayê bi şewbê re têdikoşe bi taybetî jî, di şexsê kedkarên tenduristî û zanistê ku mirov bi keda wan baş dibin, dinya şahidî lê kir ku ked û piştevanî bê çiqasî girîng û jiyanî ye. Em ji kedkaran re bi hestên xwe yên samîmî spas dikin.
 
Keddar, karker, jinên hêja, gelê me yê bi rûmet! Ev erdnîgariya me çiqas navenda yekemîn a çandiniyê ye, çiqas navenda yekemîn a veditînên zanyariyê, ronakbîrî û serwextbûnê ye, ewqas jî şaneya esasî ya şaristaniya kapîtalîst e ku ew hemû dinyayê jî mehkûmê newekheviyê kiriye. Bi gelemperî civaka Mezopotamyayê û bi taybetî jî civaka Kurdistanê di heman demê de civaka kedê ne. Kedxwarî û pergala koledariya ku li vê derê dest pê kirî û aj dayî îro roj li hemû dinyayê kedê dixwe û mêtingeriyê dike.
 
Civaka Mezopotamyayê bi hezarê salan e, bi jinên xwe, bi kedkar û karkerên xwe li vê erdnîgariyê hilberînê dike. Êdî dem hatiye ku em bibêjin; “Em ji bo kê hildiberînin?” Bi bibîrxistina gotineke ji demên kevnare yên Mezopotamyayê êdî dem hatiye ku em bibêjin; “Kê bidoje çêlek a wê ye, kê cot bike zevî ya wî ye!”
 
Çareserî hem li Mezopotamyayê û hem jî li erdînîgariyên din şêwaza nû ya hilberîna ku ked lê nayê xwarin û dinyayeke ekolojîk e. Karker, kedkar, jin û gelên bindest weke dara berûyê ne ku li her îqlimê şîn dibe û kok û rehên xwe li her erdnîgariyê dijêr dike. Ji ber vê xisletê jî ew jî dikarin li hemû dinyayê deng û têkoşîna xwe bikin yek. Çareserî ew e ku hemû karker, kedkar, jin, ekolojîst û gelên bindest bi parastina cudahî û xweseriya xwe bibin yek û piştevaniya enternasyonalîst mezin bikin.
 
Dinyayeke ku hilberîn lê tune ye nayê tehayulkirin. Lê belê em û tu carî dev ji wê îdiaya xwe bernedin ku em ê wê dinyaya karker nagihîjin mafên xwe, bindest nagihîjin mafê xwe, biguherînin. Em ê ji bo avakirina jiyana wekhev û azad civaka demokratîk û sosyalîst ava bikin. Çimkî; “Israrkirina di sosyalîzmê de israrkirina di mirovbûnê de ye.”
 
Em weke Kongreya Civaka Demokratîk cejna hemû kedkar û karkerên cîhanê û herî zûde jî em cejna jinên kedkar ku nîveka dinyayê ew in û hemû karên angarya jî ew dikin, careke din pîroz dikin û em ji civakên dinyayê re jiyaneke bi tendurist hêvî dikin.
 
Wê piştevanî dînyayê rizgar bike!
 
Her bijî piştevaniya karker, kedkar, jin û gelan!"