Arzu Çerkezoglu û gelek karker hatin binçavkirin

  • 10:33 1 Gulan 2020
  • Rojane
STENBOL - Polîsên ku destûr nedan pîrozbahiya sembolîk a 1'ê Gulanê ya li Qada Taksîmê Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu û gleek kes kirin bin çavan. 
 
Îro rêxistinên ked û rêxistinên pîşeyî li gor plansaziya xwe wê li Qada Taksîmê 1'ê Gulanê pîroz bikiran û şev saet di 21.00'an de jî ew ê li cam û şaneşînên malên xwe 1'ê Gulanê pîroz bikiran. Lê avahiya DÎSK'ê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. 
 
Konfederasyona Sendikayan a Kedkaran a Şoreşger (DÎSK) ragihandibû ku ew ê saet di 09.00'an de çeleng dînin bîrdariya Taksîmê. Lê polîsan destûr nedan vê yekê  û Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu û gleek kes kirin bin çavan. 
 
Arzuya ku hat binçavkirin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got:"Em di bin çavan de ne. Îro li her çar aliyê tirkiyeyê hevalên kedkar dixebitin. Pergala cemaweriyê hilnaweşe lê dibêjin 'Pîrozbahiya 1'ê Gulanê pergalê hildiweşîne'."