Ji hunermendan pîrozbahiya 1’ê Gulanê
- 09:33 1 Gulan 2020
- Rojane
AMED - Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û Tev-Çand Ewropa bi boneya pîrozkirina roja kedkarên cîhanê bi hev re strana “Yek Gulan” berz kirin.
Ji ber sedema şewba Koronoyê (COVİD-19) 1’ê Gulanê di nav de hemû çalakî hatin rawestandin. Hunermendên Kurd ên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û TEV-ÇAND Ewropa yê bi armanca pîrozkirina roja kedkarên cîhanê bi awayekî kolektîf strana Koman Azad a bi navê “Yek Gulan” berz kirin. Bi giştî 11 hunermend bi yek dengî roja kedkaran pîroz kirin û di medyaya civakî de parve kirin.