Li Enqereyê ji ber çalakiya 1'ê Gulanê 4 kes hatin binçavkirin

  • 09:16 1 Gulan 2020
  • Rojane
ENQERE - Li Tuzluçayirê 4 kesî ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê bang kirin. 4 kesên bang kirin hatin binçavkirin û piştre serbest hatin berdan.
 
Li Kuçeya Tuzluçayir a Mamaka Enqereyê Komeleya Piştevanî û Çandê ya Anadoluyê (Aka-der), Kaldiraç, Rojnameya Karkeran, Platforma Pola Şoreşgerî û Azadiyê (BDSP), Partiya Sosyalîst a Bindestdan (ESP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), bi munasebeta 1'ê Gulanê xwestin çalakiyê li dar bixin. Polîsan kuçe dorpêçkirin. Tevî dorpêçê dirûşmên "Bijî 1'ê Gulanê","Bijî şoreş bijî sosyalîzm" hatin berzkirin.
 
Di daxuyaniya ku di navbera kuçeyan de hat dayin hat gotin:"Tenê hêza ku dikare li dijî sîstema emperyalîst kapîtalîst têbikoşe rêxistina karkeran e. Em bang dikin ku her kes dengê xwe bikin."
 
Piştî çalakiya hat kirin polîsan 4 kes kirin bin çavan. 4 kesên bang kirin hatin binçavkirin û piştre serbest hatin berdan.