Li Îdirê bi kampanya ‘Xwişk û Bira’ piştevanî mezin dibe

  • 09:10 1 Gulan 2020
  • Rojane
Şehrîban Abî
 
ÎDIR - Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk diyar kir ku bi kampanya ‘Xwişk û Bira’ piştevaniya li Îdirê belav dibe û got bi vê kampanyayê armanc dikin ku torên piştevaniya komunal xurt bikin.
 
Ji ber vîrusa krona, bi hezaran malbat ji ber betalî, krîza aborî û bihayan pirsgirêka debarê dijîn. HDP’ê di vê pêvajoyê de bi armanca piştevaniyê kampanya ‘Malbatên Xwişk û Bira’ da destpêkirin û her diçe mezin dibe. Li Îdirê jî xebatên kampanyayê tên meşandin. Hevşaredara HDP’yî Eylem Çelîk xebatên di çarçoveya kampanyayê de tên meşandin nirxand.
 
Eylemê destnîşan kir ku armanca wan ya ji kampanyayê ve ku bandora krîza aborî ya ji ber vîrusê zêde bûye kêm bikin û got gelê Îdirê bi piştevaniyê de dijîn û di vê çarçoveyê de jî kampanya bi lez didome. Eylemê wiha got: “Hedefa me ev e ku em piştevaniyê xurt bikin û van rojên zehmet bi encamên erênî derbas bikin.”
 
‘Piraniya civakê di sînorê birçîbûnê de ye’
 
Eylemê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îdîr bajarekî ku sînorê wê bi sê welatî re heye. Di alî bazirganiya sînor de xwedî cihekî girîng e. Lê mixabin derî hatine girtin. Sanayî jî em dikarin bêjin qet tüne ye. Li bajar çavkaniya welatiyan sewalkarî û çandinî ye. Di encama lêkolînên hatine kirin de, piraniya welatiyan pirsgirêka debarê dijîn û piraniya civakê di sînorê birçîbûnê de ye.”
 
Li dijî vîrusê banga piştevaniyê
 
Eylemê bi lêv kir ku yek ji daxwazên girîng  afirandina derfetên kar e û daxwazeke din jî hewcedariyên sereke yên jiyanê ne. Eylemê wiha berdewam kir: “Ji bo bandora krîzê ya li ser gel bê kêmkirin tê armanckirin ku torên jiyana komunal û parvekirinê bên xurtkirin. Em ê bi hev re li dijî vê vîrusa global bi piştevaniyê têbikoşin.”
 
Ji bo kampanyayê bang
 
Eylemê di dawiya axaftin xwe de ev tişt got: “Piştevanî û alîkarî di alî gelê herêmê de bûye wek çandeke kevneşopiyê. Ji ber vê jî nêzîkatiya gel a li hember kampanyayê gelek erênî ye. Malbatên hewcedar di nava salê de serlêdanê dikin. Em piranî malbatên ku xwedî hewcedarî ne dizanin. Me bi kampanyayê jî banga piştgiriyê li gelê xwe kir.”