‘Em ê li dijî êrîşên li hember goran serî li riyên hiqûqî bidin’

  • 09:08 1 Gulan 2020
  • Rojane
WAN - Hevseroka MEBYA-Derê Gulîstan Onver diyar kir ku li dijî êrîşên li hember goran wê li serî riyên hiqûqî bidin û got wê ligel hemû malbatan cih bigirin.
 
Li gelek navçeyên Wanê, goristanên kesên HGP’yî û YJA Starê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê leşkeran ve rastî texrîbatê hatibûn û çûbûn ji malbatan agahiyên nasnameyan girtibûn. Hevseroka Komeleya Çand û Yekitiya Piştevaniya Alîkariya Malbatên li Derguşa Şaristaniyan Xizmên Xwe Winda kirine (MEBYA-DER) a Wanê Gulîstan Onver der barê mijarê de axivî û got êrîşa li dijî goran li dijî nirxên Gelê Kurd û got bi sedsalane polîtîkayên dewletê yên li hember kurdan neguherîne.
 
‘Gelo evqas ji miriyên me ditirsin’
 
Gulîstanê destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê bi armanca tunekirina nirx û dîroka kurdan êrîşê goristanan kiriye û got: “Goristanên me nirxên me ne, dîroka me ye. Mafê tu kesî tüne ye vê bike. Ev sûc e. Ev êrîş nikarin me têk bibin. Bila dest nedin cenazeyên zarokên me. Gelo evqas ji miriyên me ditirsin?”
 
‘Dawî li êrîşan bînin’
 
Gulîstanê daxuyakirin ku hikûmetê pêvajoya vîrusê ji xwe re kiriye derfet û li hember kurdan êrîş zêde kirine û wiha pê de çû: “Dixwazin kurdan di  qirkirinê re derbas bikin. Hemû cîhan li dijî vîrusa korona têdikoşe, lê Tirkiye bi kurdan re mijûl dibe. Divê demildest ji vê pêkanînê vegerin. Bila dawî li vê hovîtiya li hember malbatan bê. Bila miriyan rehet berdin. Bila canê malbatan zêde neêşînin. Ev pêkanîn di tu wijdanê de cih nagire. Bila Diyanet îzahata vê bike. Gelo ev di kîjan ayet û sureyê de cih digire.”
 
‘Em ê serî li riyên hiqûqî bidin’
 
Gulîstanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wek komele wê ligel malbatan cih bigirin û wiha dawî lê anî: “Malbat xwe digihînin me lê ji ber vîrusê em nikarin derkevin derve. Em nikarin biçin cem malbatan. Ev pêvajo wijdana me nerehet dike. Em ê li ser esasê serlêdanan bi ÎHD’ê re serî li riyên hiqûqî bidin. Ne tenê malbatên kurd, kî dibe bila bibe em ê ligel wan cih bigirin.”