'Me Serêkaniyê kevir bi kevir bi ked û xwêdana xwe ava kiriye'

  • 09:07 1 Gulan 2020
  • Rojane
 
 
Sorgul Şêxo - Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Ezîza Mihyedîn  jina ku ji ber êrîşên dewleta tirk neçarî koçberiyê bûye, derbarê 1'ê Gulanê  Roja  Kedkarên Cîhanê  de daxwaza mafê xwe yê vegera bajarê xwe kir û got: " Serêkaniyê dayik, giyan û dilê me yê ku di her kêliyê de lê dide ye. Eger tenê dîwarek jî ji mala min mabe dîsa ez ê vegerim ser axa xwe û bi keda xwe ez ê jiyana xwe ji nû ve ava bikim."
 
Bi boneya 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê, Ezîza Mihye Dîn  jina ku ji Serêkaniyê ji ber êrîşên dewleta tirk neçarî koçberiyê bûye û niha li rawestgeha kevin a navçeya Til Temirê tevî malbateke din ku hejmara wan nêzî 10 kesan e, lê dijî. Ezîza  daxwaz û hêviyên xwe bi vegera  bajarê xwe anî ziman û ji me re parve kir.
 
'Serêkaniyê dayik, giyan û dilê me yê ku di her kêliyê de lê dide ye' 
 
Ezîzayê kêliyên derketina ji Serêkaniyê bi bîr xist û wiha got: "Zêdetirî 50 salî em li Serêkaniyê dijiyan.  Serêkaniyê dayik, giyan û dilê me yê ku di her kêliyê de lê dide ye. Ev 7 meh in em dûrî Serêkaniyê ne, her rojek ji bo me bi salan tê. Eger tenê dîwarek ji mala min bimîne jî ez ê vegerim ser axa xwe. Di bin siya wî dîwarî de rûnim, dîsa ji nû ve ava bikin û jiyanê lê geş bikin."
 
'Me nizanîbû derketina me xatirxwestina dawî bû'
 
Ezîzayê got ku wan nizanîbû derketina ji Serêkaniyê xatirxwestina dawî bû û wiha dom kir: "Kêliya ku me balafir dîtin, zarokên me yên biçûk hebûn û tirsiyan, ji ber wê em neçar bûn derkevin û werin Til Temirê bi cih bibin.  Lê me digot ku em ê çend saetan an jî rojan bimînin û vegerin warê xwe dîsa, min nizanîbû ku derketina  ji Serêkaniyê wê xatirxwestina  min a dawî bû."
 
'Me Serêkaniyê kevir bi kevir bi ked û xwêdana xwe ava kiriye'
 
Ezîzayê da xuyakirin ku wan Serêkaniyê bi keda xwe ava kir û wiha pê de çû: "Destpêkê Serêkaniyê mal mal bûn, me gelê wê bi Kurd, Ereb, Êzîdî û Ermen  bi xwe ava kir. Yên ku îro dibêjin Serêkaniyê ya me ye nerast dibêjin û vê  yekê dike hinceta dagirkirina xwe, mînaka wê jî dewleta tirk a dagirker e. Me mal kevir bi kevir bi ked û xwêdana xwe ava kiriye, çawa û kengî  bû ya dewleta tirk a dagirker ? Eger bi vî rengî ba bila tirkek tenê bêjin ev mal a me ye û me ava kiriye."
 
'Erdogan  koçberan xwe li warê me bicih dike' 
 
Ezîzayê bal kişand ser kiryarên Erdogan yên ku koçberên Sûriyeyê li Tirkiyeyê mane û niha li Serêkaniyê wan  bicih dike û ev yek anî ziman:"Erdogan bi çi mafî koçberan li war, mal û axa me Serêkaniyê bicih dike û dibêje ku ew malê wan e. Em bi xwe xwediyê vê axê ne, tiştekî kesî li cem me tune ye, bila koçberên ku hatine biçin dawa maf û axa xwe li wan bikin."
 
'Em daxwaza mafê xwe yê vegera Serêkaniyê dikin' 
 
Ezîzayê got ku ew jî kedkar e û daxwaza mafê xwe yê vegera Serêkaniyê dike û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji warê me bi rûmetir tune ye, em li ku derê bin em ê bi hesreta vegera Serêkaniyê bin. Em ne tenê dayik in em kedkarên vê axê ne, axa pîroz jinên kedkar tê de xebitîne.  Ji bo wê em di roja 1'ê Gulanê de daxwaza vegera mala xwe û derketina dagirkeran jê dikin, ji ber ev mafekî me yê xwezayî ye."