‘Roja 1’ê Gulanê encama serhildan û tekoşîna karkeran e’

  • 09:05 1 Gulan 2020
  • Rojane
Sozda Oremar
 
ŞEHBA - Rêveberiya Desteya Jinê ya Herêma Efrînê Zelox Reşîd, 1'ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz kir û wiha got: “Roja 1’ê Gulanê encama serhildan, berxwedan û tekoşîna karkeran a li hember bindestî û zilimê ye. Alozî û şerê kaptalîzimê yê ku niha tê jiyîn xwe li ser mil û keda kedkaran da avakirin.”
 
Di sala 19’emîn de, li Ewropa û Emerîkayê kedkar di rewşek zehmet û dijwar de bûn. Ev zehmetî ji xizanî û hejarbûna wan bû.  Rojane karker 15-16 seatan dixebitîn û caran heqdestê karkeran têra xwerina wan nedikir. Li ser vê esasê  li Ingêltireyê karkeran ji bo dayîna mafê xwe dest  bi çalakiyan dikin.  Ji ber vê yekê di sala 1856’an de 1’ê Gulanê weke Roja Cîhanî ya karkeran hat îlankirin û li tevahî cîhanê her sal weke şahiyekê tê pîrozkirin. Bi boneya salvegera Roja Cîhanî ya Kedkaran, ji Rêveberiya Desteya Jinê ya Herêma Efrînê Zelox Reşîd nirxandin kir û ji me re parve kir.
 
‘Roja 1’ê Gulanê encama serhildan û tekoşîna kedkaran e’
 
Zeloxê di destpêka axaftina xwe de Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz kir û wiha vegot: “Roja 1’ê Gulanê Roja Cîhanî ya karkeran li tevahî kedkarên cîhanê û bi taybet kedkarên Rojavayê Kurdistanê, pîroz dikin. Ev roj encama serhildan û berxwedana kedkaran e.  Dema ku ked û mafê wan dihatin xwarin, gelek karker di encama van serhildanan de bûn qurbanî. Alozî û şerê kaptalîzimê yê ku niha tê  jiyîn xwe li ser mil û keda kedkaran da avakirin. Her karker maf û keda wan ji aliyê hêzên kapîtalîst dihatin xwarin, ji ber vê yekê em bi hêvî ne ku tevahî kedkar li hember zihniyeta desthildar xwe bi rêxistin bikin.”
 
‘Karker avakerên civakê ne’
 
Di nava axaftina xwe de Zeloxê pêwîstiya rêxistinbûyina karkeran anî ziman û got: “Divê karker li şoreşa xwe ya civakî xwedî derkevin û xwe bi rêxistin  bikin ji bo ku karibin li hember sîstem û zihniyeta desthiladar şer bikin. Lewma pêwîst e kedkar xwe bikin yek ji ber ku ew avakerên civakê ne. Divê nûnertî û partiyên kedkaran jî di meclisan de hebin ji bo mafê wan biparêzin û xwedî li keda  xwe  derkevin.”
 
‘Civaka demokratîk hêz û zihniyeta desthildaran hildiweşîne’
 
Zeloxê di dawiyê de hêviyên xwe anî ziman û wiha bi dawî kir: “Heya em dikarin em ê keda karkeran biparêzin ji ber ku em bi giştî kedkarê civakê ne. Divê em nakokiyên di nava civakê de tune bikin û civakek demokratîk û wekhev ava bikin, da ku  civaka demokratîk zihniyeta desthildaran hildiweşîne. Civaka demokratîk hêz û zihniyeta desthildaran hildiweşîne.”