'Ji bo em tenduristiya civakê biparêzin, pêwîstiya me bi hevgirtinê heye'

  • 09:03 1 Gulan 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Hevseroka Desteya Kar û Barê Civakî ya Herêma Firatê Hêlîn Haçim, derbarê kampanyaya alîkariyê ya ji bo malbatên xizan û xebatên ji bo wê hatiye kirin de axivî. Hêlînê got: “Desteya Kar û Barê Civakî pêwîstî dît ku bi malbatên xizan re bibin alîkar. Em ê bi hev re tenduristiya civaka xwe biparêzin. Pêwîstiya me bi hevgirtinê heye.” 
 
Bi sedema belavbûna Vîrûsa Koronayê, Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gelek tedbîrên girîng ji bo parastina gelê herêmê, girtin. Di 23'yê Adarê de qedexeya derketina derve hat ragihandin. Her wiha kesên ku rojane dixebitîn û debara jiyana malbata xwe dikin, bi sedema Vîrûsa Korona re bê kar man. Ji bo ku ev kes an jî malbatên xizan debaran mala xwe bikin û bijîn, Desteya Kar û Barê Civakî ya herêma Firatê bi riya komîngehan dest bi qeydkirina navê malbatan kiribûn û  di 21'ê Nîsanê de dest bi belavkirina alîkariyê kirin. Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Kar û Barê Civakî ya Herêma Firatê Hêlîn Haçim ji ajansa me re axivî û xebatên xwe nirxand.
 
‘Di her kêliyê de em di xizmeta gelê xwe de ne’
 
Hêlînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser nexweşiya Vîrûsa Korona û bandora ku li ser malbatên xizan kiriye û wiha got: “Vîrûsa Korona weke tê zanîn ku niha bûye belaya herî mezin li tevahî cîhanê. Rojane bi sedan kes bi vîrûsê jiyana xwe ji dest didin. Em jî weke herêm hewl didin ku li pişta gelê xwe bin. Piştî qedexeya derketina derve ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kete piratîkê, gelê me li gor biryarên Rêveberiya Xweser di malên xwe de ne û  parastina xwe dikin. Kesên ku bi rojane kar dikirin û niha jî ji ber qedexeya derketina derve ji kar mane, jiyana wan zehmet e. Desteya Kar û Barê Civakî ya Herêma Firatê bi armanca ku alîkariyê bi malbatên xizan re bike dest bi kampanyaya alîkariyê kir û li bajar, bajarok, navçe û gundewaran tên belevkirin. Di her kêliyê de em di xizmeta gelê xwe de ne.”
 
‘Em ê bi hev re parastina tenduristiya civaka xwe bikin’
 
Hêlînê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku alîkariya niha tê dayin ji  malbatên xizan re tenê ji bo debara jiyana xwe ya rojane  pê bikin û wiha domand: “Desteya Kar û Barê Civakî ya herêmê pêwîstî dît ku bi malbatên xizan re bibin alîkar. Ev alîkarî li gorî rewşa qedexeya derketina derve wê bidome, ji ber di nava bajarê Kobanê de gelek malbatên xizan hene û bi karê rojane jiyana xwe dewam dikin. Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1000 pakêtên pêdîviyên jiyanî  ji herêmê re şand. Me jî li gor derfetên heyî 700 pakêt kom kirin û li malbatan belav kir.  Heta niha li tevahî belde, navçe û bajar 1700 pakêtên pêdîviyên jiyanî  hatine belavkirin. Em ê bi hev re parastina tenduristiya civaka xwe bikin"
 
‘Pêwîst e mirovên dewlemend bi malbatên xizan re bibin alîkar’
 
Hêlînê wiha dawî li gotinên xwe anî: ”Pêwîst e mirovên me yên dewlemend di civakê de, bi me re bibin alîkar, da ku em bi hev re alîkariya malbatên xizan bikin. Em bi hêvî ne her kes li gorî derfetên xwe alîkariyê bidin hev û ji hev baldar bin. Pêwîstiya me bi hevgirtinê heye.”