Muzeyyen Guneş: Dixwazin Gelê Kurd ji hev parçe bikin

  • 09:02 1 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - Nunera HDP'ê ya Hewlêrê Muzeyyen Guneş anî ziman ku êrîşên li ser Zînê Wertê û  Mexmûrê encama planên dewletan e û li dijî kurdan siyaseteke dijminane ku birakujiyê pêş dixe dimeşînin. 
 
Dewleta tirk êrîş û gefên xwe li ser Başûrê Kurdistanê bi taybet jî di demen dawîn de li ser Zînê Wertê zêde kirine.  Her wiha Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) di rojên borî de hêzên xwe yên leşkerî biribûn Zînê Wertê ya girêdayê Herêma Federal a Kurdistanê ku di bin kontrola Yekitiya Welatparêzên Kurd (YNK) de ye. Ligel vê dora Kampa Mexmurê ya 9 meh e di bin amgaroyê de ye, di 15’ê Nîsanê de ji aliyê Hêzên Çekdar yên Tirk (TSK) ve hat bombebarankirin û di encama êrîşan de 3 jinan jiyana xwe ji dest dabû. Nunera HDP'ê ya Hewlêrê Muzeyyen Guneş li ser van mijaran nirxandin kir.
 
'Di bin êrîşa Zînê Wertê de gelek hesab û planên kûr hene'
 
Muzeyyenê bal kişand ser girîngya herêma Zînî Wertê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Piştî bûyera Zînê Wertê hat aşkerekirin ku ew êrîş ji bo çiyayên wê bidest bixin e. Li ser wê rêyê, asayîşên PDK û YNKê hene. Ew riya tenê şêniyên Zînê Wertê bi kar tînin. Her çiqas bêjin rêya çûyîna Qendîlê ye jî di rastiyê de ew rê tenê ji bo gundiyên wê herêmê ye. Ji ber vê yekê armanca wê êrîşê tenê pêkanîna operasyonên leşkerî ye. Zînê Wertê nêzî sînorê Îranê ye.  Loma ji bo Tirkiye û Emerîkayê gelek girîng e. Beriya li wê rewşeke wekî ya Rojava pêk were, hêzên serdest pirsgirêka parvekirinê hesab dikin. Emerîka ji bo serdestiya xwe li wê pêk bîne ji niha de planên xwe dike. Jixwe Tirkiyê ji berê de dixwaze biçe wir û niha Emerîka wekî xeyalên tirkiyeyê pêk tîne  xwe dide nîşandin. Lê di rastî de di bin vî tiştî de gelek plan û hesabên kûr hene."
 
'Kurd êdî şiyar bûne'
 
Muzeyen diyar kir ku dema hêzên Emerîka û Tirkiyeyê bên wir bi pêjirandina wê re rêveberiyêk pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi vê helwesta xwe re gelek derfet didin wê rêvberiyê û bi wî awayî di nav kurdan de sîyasetek dijminane û birakujiyê pêş dixin. Her wiha ji wê êrîşê diyar e ku bere hin axaftin hatine kirin, ji ber ku PDK nikare ewqas bi hêsanî van bide ber çavên xwe. Hemû partî û saziyan ji ber vê rewşê banga yekitiyê kirin û fikarên xwe anîn ziman. Ji ber ku êdî kurd şiyar bûne. Serketina parçeyekî divê ne bi windakirina parçeyên din be tu kurd vê napejirînin. Li ser medyaya civakî li dijî êrîşa Zînê Wertê bertekên rewşenbîr, partî û gelek kesan ev êrîş da sekinandin. Lê armanc heta du rojan bidestxistina wê bû û bi wî awayî ketina Qendîlê bû. Bi saya bertekên kesên welatparêz û yekitîxwaz ev rewş hat sekinandin."
 
'Ambargoya li ser mexmûrê li ser daxwaza Tirkiyeyê ye'
 
Muzeyyenê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand  ser rewşa Mexmûrê  û wiha pêde çû: "Di êrîşên li ser Mexmûrê de tiliya Tirkiyeyê heye. Wekî ku hin tiştan ji bo Emerîkayê dike, lê ji her aliyê ve ji bo neyartiya kurdan her rewşê wek firsend dibîne û êrîşê kurdan dike. Niha li wê 13-24 hezar kurdên sivîl hene û van kurdan bi hişmendî û bi rûmeta xwe berdelên mezin da ne. Kurdên wê ji bo Tirkiyeyê tirsekê pêk tînin û hilweşandina wê wekî wêrankirina kelehekê dibîne . Bi vî awayî di her firsendê de li ser Mexmûr êrîşan pêk tîne. Her wiha helwesta PDK'ê ya li ser Mexmûrê jî rûreşî ye. Li wê asayişa PDK’ê hene. Ereb dikarin ji wê derbas bibin lê mixabin kurd nikarin. Vê rewşê jî PDK pêk tîne ango kurd li kurdan wisa nakin. Wekî ku tê zanîn şert û mercên Mexmûrê gelek dijwar in. Dixwazin şêniyên wê ji birçîna û nexweşiyê neçarî koçberiyê bikin."
 
'Emerîka dijminantiya tirkan a li hember kurdan bi kar tîne'
 
Muzeyyenê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Emerika ji bo polîtîkayên xwe dijminantiya tirkan a li hember kurdan bi kar tîne û wiha dawî  li axaftina xwe anî: " Mexmûr di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de ye û divê li wê balafirên şer cih negirin. Lê mixabin ji ber nêzîkatiya herema Başûrê ya li ser Mexmûrê NY jî tiştekî nake. Li Ewropayê ji bo Mexmûrê çiqas çalakî pêk bînin jî encam nagire ji ber ku Emerîka li gorî berjewendiyên xwe tevdigere . Her wiha dijminantiya Tirkan a li hember kurdan bi kar tîne.”