Kongreya Star: Pêwist e her kes xwedî li keda xwe derkeve

  • 08:47 1 Gulan 2020
  • Rojane
 
 
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê pîroz kir
 
Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên cîhanê tevahî kedkar û kargehên cîhanê û bi taybet jinên kedkar pîroz kir.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Em wekî Kongreya Star 1’ê Gulanê, li kedkar û karkerên cihanê û bi taybet jinên kedkar pîroz dikin.
 
Di avakirina Sîstema Netew Dewlet  û pêşketina zihniyeta desthildar û baviksalarî di nava civakê de tebeqe hatin avakirin, beşek ji van tebeqetan kedkar in. Kedkar  rastî zilim, zehmetîyê hatine û  heqê wan hatiye xwarin, bi taybet jin di vî alî de mafê wê xwezayî dihate binpêkirin. Her wiha saetên ku kar dikir wekî saetên ku mêr kar dikir, lê heqdestê wê kêm didan, ev desthildarî û neheqî êdî nema hate qebûlkirin û li hember wê jî serhildan dest pê kir û dengê jinan ji bo mafxwestinê bilind bû.
 
Heta roja me ya îro jî desthildarî û mafxwarina keda kedkar û karkeran ji aliyê hêzên detshiltdar ve li tevahî cihanê tê xuyakirin. Ji bo wê pêwist e em asta têkoşînê xwe mezintir bikin da ku em civakek dûrî tebeqeyanava bikin , civakek saxlem  li ser bingeha ku her kes ji bo yek û yek jî ji bo her kesî kar bike.
 
Bi munasebeta vê rojê em bang li jinan dikin ku li hember mafxwerina keda xwe bêdeng nemînin, ji ber ku qîmeta mirov bi keda wê tê naskirin , pêwist e her kes xwedî li keda xwe derkeve. "