KCD û DBP: Divê girtî serbest bên berdan!

  • 16:27 30 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Di têkildarê qanûna înfazê de KCD û DBP'ê daxuyaniyek dan û gotin: "Em dixwazin heyeta ku di nav de MED TUHAD-FED, ÎHD, TBB, TTB jî heye, bê avakirin û li hemû girtîgehan lêkolîn bike. Ger ku li girtîgehan girtî jiyana xwe ji dest bidin berpirsiyarê wê îqtîdar e." 
 
Di têkildarî qanûna înfazê, rewşa girtîgehan û Îmraliyê, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li hewşa KCD'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokên DBP'ê û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Farusogulllari tevlî daxuyaniyê bûn û daxuyanî ji hêla parlamenter Mûsa ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bloka AKP û MHP'ê bi hev re qanûna înfazê ku hêzên muxalîf wekî “Efûya sergirtî" pênase kirin bi awayekî bê edalet di meclîsê re derbas kirin. Bi vê qanûnê dostê sadiq ê Bahçelî û rêberê mafyayê Alaattin Çakici û wekî wî gelek kes hatin berdan. Qanûna ku serokê Mafya Çakici û bi hezaran kesên zarar dan civakê serbest berda, ji bo civakê de adîl û ne wekheve. 
 
Divê li girtîgehan tedbîr bên girtin
 
Piştî şewba Covid-19 pêş ket, me xwest li girtîgehan debîr bên girtin. Lê bi qasî agahiyên gihiştine destê me li girtîgehan tedbîr nehatine girtin. Rûpoş, lepik û dezenfektan li girtiyan nayê belav kirin. Li gel nîşanê vîrûsê li ser hin girtiyan heye jî wan nabin nexweşxaneyan. Girtiyan terkî mirinê dikin. Heri dawî li Girtîgeha Tîpa E ya Konyayê, testa 55 girtiyan pozîtîf deketibû. Ev nîşan dide ku li girtîgehan tedbîr nehatiye girtin. 
 
Divê hemû girtî serbest bên berdan
 
Em wekî KCD û DBP'ê dixwazin di serî de li Girtîgeha Îmraliyê û hemû girtîgehan testa vîrûsa korona bê kirin. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş, kal û pîr bi lez serbest bêne berdan. Em dixwazin heyeta ku di nav de MED TUHAD-FED, ÎHD, TBB, TTB jî heye, bê avakirin û li hemû girtîgehan lêkolîn bike. Em carek din bang dikin. Kesên 65 salî û mezintir, kal, pîr, zarok, jinên ducanî û dayikên tevî zarokên xwe girtî serbest berdin. Ger ku li girtîgehan girtî jiyana xwe ji dest bidin berpirsiyarê wê îqtîdara AKP-MHP'ê ye. Em dixwazin her kes vê yekê zanibe.
 
Em hêj li ser xeta 2013'yan in
 
Em wekî muxalefeta demokratîk a Gelê Kurd, hêj li ser xeta 2013'yan in. Kes nikare me wekî kesên ji çareseriyê direvin pênase bike. Yên alîgirê şer, li ser her buhosta axa Kurdan, dijî gelê Kurd şer îlan dikin. Yên aligirên şer di pêvajoya  şewbê de jî girtiyên siyasî li dervê qanûnan înfazê hiştin û nijadperestiyê dikin."