'Korona kapîtalîzm, aşi sosyalîzm e'

  • 15:35 30 Nîsan 2020
  • Rojane
STENBOL - Kedkarên tenduristiyê di pîrozbahiya 1'ê Gulanê de bi pankarta bi nivîsa "Korona kapîtalîzm aşi sosyalîzm e. Êdî belav bibin" peyama xwe ragihandin. 
 
Endamên Şaxa Komeleya Kedkar û Xizmetkarên Civakî û Tenduristiyê (SES) 1'ê Gulanê Roja Kedkaran li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dr. Sadi Konuk a Bakirkoyê bi daxuyaniya da pîroz kirin. Rêxistinên civaka sîvîl, nûnerên partiyên siyasî û sendîkaryan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de pankartên "Em li dijî şewbê û di 1'ê Gulanê de di têkoşînê de li eniya pêş in", "Korona kapîtalîzm aşi sosyalîzm e. Êdî belav bibin" hatin hilgirtin. Di daxunaniyê de dirûşma "Bijî 1'ê Gulanê" hat berzkirin.
 
Kedkaran di daxuyaniyê de daxwazên xwe rêz kirin. Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.