Ji bo Taxa Imran a ku di karantînayê de ye alîkarî hat belavkirin

  • 15:19 30 Nîsan 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Meclisa Kantona Hesekê  ji bo taxa Imran a ku Vîrûsa Korona lê derketiya û niha di karantinaya tenduristiyê de ye pêdîviyên jiyanî û pêwistiyên paqijiyê lê hat belavkirin.
 
Li Taxa Imran  a bajarê Hesekê jinek û hevjînê wê ku ji şêniyên taxê ne bi Vîrûsa Koronayê ketine. Têkidarî vê yekê şêniyên taxê bi temamî ji aliyê Komîteya Tenduristiyê ve kete bin karantinaya tenduristiyê. Ji bo alîkariya şêniyên taxê ku hejmara wan 14 malbat in, Meclîsa Kantona Hesekê  bi alîkariya Komîteya Tenduristiyê pêdîviyên jiyanî û pêwistiyên paqijiyê belav kir.  
     
Li  aliyekî din jî Komîteya Tenduristiyê a kantona Hesekê  kolanên taxa Imran bi riya agirkujê ve paqij kir. Di Taxa Imran a bajarê Hesekê de Komîteyên Tenduristiyê rewşa welatiyan dişopînin.